Pêşgotin:
Ev nivîs di sala 2008'an de min nivîsandiye. Wê çaxê di nav karê rojnamegerî de sala min a 10'an bû. Nivîs jî bi navê "10" di Diyarê Me de derket. Niha sala min a 20'an e, loma min got "20".
Di vê 20 salên min ên rojnamegerî de min dê çi binivîsanda? Ez gelek fikirîm. Min li nivîsa "10" nêrî, tiştên ku wê demê min gotine hê jî nû ne. Loma min got ezê vê nivîsê dubare biweşînim.
Fermo ew nivîs:
**
10
Pêşî gotinek: Ev nivîseke şexsî ye.
Bû 10 sal.
Sal 1998 bû.
Bihar bû.
Ez li HADEP'a Uskudara Stenbolê Serokê Baskên Ciwanan bûm.
Min carinan tişt dinivîsandin.
Di Welatê Me, Azadiya Welat de çend çîrok û nivîsên min, di Gundemê de jî çend nivîsên min hatibûn weşandin. (Ez niha tam nizanim lê yan 1994 an 95'an de yekem nivîsa min hate weşandin)
Ev çend meh bû hevalên Azadiya Welat (Memed Drewş û Samî Tan) dixwestin ez li Azadiya Welat bixebitim. Baskên Ciwanên HADEP'a Bajêr a Stenbolê jî nedixwestin ez herim A. Welat û dixwestin ez beşdarî wan bibim. Bi her awayî êdî ezê ji Uskudarê derketama. Tercih a min bû.
Min dixwest ez derbasî Azadiya Welat bibim. Piştî hin xireciran di serê tîrmehê de wekî hevdîtinên dawîn hatin kirin û di 2'yê tîrmeha 1998'an de min li Azadiya Welat bi awayekî fermî dest bi karê rojnamegerî kir.
Di Azadiya Welat de min karê sazkirina rûpelan jî kir, min nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê jî kir.
Bû 10 sal.
Bênavber ev 10 sal in ez li dû nûçeyan im, nûçe jî li dû min.
Ez ji vî karî hez dikim. Ez wekî karekî pîroz dibînim.
Ez vî karî wekî karekî bi ser partî û hikumetan re dibînim. Ez baş dizanim ku dema ev kar li gor etîka (rêgeza) xwe bê kirin fêdeya wê gelek e.
Heta ji min tê ez li gor vê rêgezê tev digerim. Diyarname ku ez jî yek ji edîtorên wê me, em dikin ku vê rêgezê bidomînin. Jixwe me ji bo vê yekê Diyarname ava kir, hevalên me yên ku di Diyarnameyê de dinivîsin jî ji bo vê yekê li vir in.
Bû 10 sal.
Ne hindik e.
Berî ez dest pê bikim xwişka min Bermal hate dinê. Niha ew 11 salî ye. Zarokên ku di sala 1998'an de hatine dinê niha 10 salî ne û diçin dibistanan, xwendinê hîn bûne. Ew çiqas hînê xwendina kurdî bûne, me çiqas karî bi vî karî tesîrê li wan bikin, ez nizanim.
Bû 10 sal.
Belê bû 10 sal. Herhal yek ji kêm rojnamegerên ku vî karî bi kurdî dikin û 10 sal li dû xwe hiştine jî ez im. Lê tişteke ecêb jî ev e: Li hemû dinyayê rojnameger bi karên ku dikin debara xwe dikin, lê ez nikarim ji vî karî debara xwe bikim. Bêyî ez xwe tiştekî bihesibînim ez dikarim bibêjim ez vî karî li gor qaydeyên wê dikim, bi qasî rojnamegerên welatên din, gelên din serketî me jî. Di gelek çalakiyên li Tirkiyeyê têne li dar xistin de ez jî diçim, gelek rojnamegerên tirk jî, yên biyanî jî tên û ez bi qasî wan heme. Bêşik pesindayîn ne tişteke baş e, tenê ji bo ez rewşê vebêjim min ev hevok çêkirin. Û wekî encam, ew bi keda ku didin debara xwe dikin, ez nikarim bi vî karî debara xwe bikim.
Û bêşik ez gazincan nakim, ev rastiyeke me kurdan e.
Bû 10 sal.
Di vê 10 salan de min kir ku ez xizmetê ji bo vî zimanî bikim, bi vî zimanî xizmetê gelê xwe bikim. Nûçeyên ku ez çêdikim û emê çêkin de jî derdê min ew e. Herî dawî min li ser pirtûkên ji bo zarokan bi navê "Weşanxaneyên kurdan ji bo zarokên kurdan çi dikin?" çêkir. Ez dema nûçeyê çedikim ez kêfe digirim. Vî kêfî kir ku ez 10 salan li dû xwe bihêlim.
Bû 10 sal.
Di van deh salan de min çend pirtûk nivîsandin. Pêşî li ser rojnamegerî: "Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke" (Weşanên Pêrî) û dûre çîrok; "Qurtek Evîn" (Weşanên Pêrî).
Û diduyên nû: "Sako" (Gogol, werger:Cemil Oguz, Weşanên Hîvda)
Û "Duzimanî" (Tevî Dawud Rêbiwar me amade kir, Weşanên Hîvda)
Ez hêvî dikim ezê bikaribim bi dehan salên din xizmetê bikim.
Û wekî gotina dawî: Ger di van 10 salan de kêmasiyeke min hebe jî min bibexşînin.