Ev bajêr hînî rengên keskesorê bûbû. Stranên dilper gelekî li qam û bejna wî dihat. Helperke di biharên wî de berî binevş û nêrgizan dibişkûvî. Ev bajar, bûbû bajarekî xewnên spî, xeyalên binevşî û bi lîrîn û fîtikên zarê kurmancî geş û çavreştir dibû.
Dişêm bibêjim ku her paştir xwîna me û vî bajarî li hev bêhtir dikeliya. Em bûbûn zarokên wî yên şûm û hêc, ew bûbû dê û bavê me û di dergûşa xwe de pênûsa me şîrmij dikir. Ew her diçû mezintir dibû, em jî tê de diheliyan û wekî beqa di ava germ de hilandî, pê sergerdan dibûn. Ev bajar şanazî û serfiraziya qewmê me bû, em jî, bi tahlî û şoriya xwe, tê de fêrî hewandin û hezjêkirina hevdu dibûn.
Ji bo cara yekê me peyvên xwe ji paxila çiya û kwêstanan diqusandin û dianîn li çiçika dilê vî bajarî diçand. Me gêra ramanên xwe li vê derê dikir û ji hemû kaniyên kurmanciya çavbelek me golek işqê li dilê wî digewimand. Em û ev bajar gelekî li hev dihatin û em û ev bajar gelekî bi hev diçûn.
Paşê bahozek reş rabû. Barove bi ser de hat û mijekî tarî hemû kujiyên bajêr vegirt. Di serî de çûçikên baskbelek ji şaxên wî koç kir, paşê çûçikên baskşîn. Kevokan perên xwe daweşandin, tivîkan hêlîn li xwe heram kir. Bajêr bi carê de zîz bû û bi jehrê ket. Tava wê kiz bû, tîrêjeke dûkêlane bi ser de nişt û xemamê bajêr wekî qurtek avê daqurtand. Em di xemama wî de winda bûn.
Stranên bi dengê çiya ker û lal bûn. Rengên keskesorê di bin tîlmaska qurmizê xwînê de fetisî. Lîme lîme bû û awazên wî ber refên teyran ketin û bêseroşûn çûn. Kurmanciya me lal bû.
Dûmanek reş hat û bi ser dilê her kesî rûnişt. Kesî newêrî çav li çavê hev bike, kesî newêrî dil bi zarê kesî bike: her kes ji siya xwe xeyidî û her kesê xwe ji xwe sil kir. Bajêr ji me sil bû. Em jî ji xwe, ji hev….
Tirsê torên xwe li çarmedorên bajêr raçandin. Tirs bû pîrebok û kete nav hiş û wêrîna her kesî. Dev û dest ketin xelekên tirsê û li hev geriyan. Niha, em û bajêr tenê bi dilekî sar di zikê hev de dijîn. Ne ew me hembêz dike ne jî em diwêrin li rûyê wî binêrin. Em ji wî direvin ew ji me.
Îja, li vê derê, em xwe ji çavên bajarê xwe vedidizin ew ji çavên me. Gelo, me li nav çavên hev binêrta me dê çi û çi ji hev re bigota? Ax! Vî bajarî çi kul xistin dilê me û ax, me çi şermeke giran xiste dilê wî!
Ma di tirs û şikestinê de mirov xwe dadiweşîne? Qey ji ber vê ye, piştî ku vî reşebayî bi ser bajarê me de girt, jinan zik hat ber. Mêran lez da vejandina tovê xwe. Navên huzin û kovanê li sebî û savayên xwe kirin. Navê hêviyeke kiz ku careke din tav bi ser birc û bedenen vî şarî bibiriqe.
Çu carê hindî vê salê xelkê bajêr guh nedaye awazên mirinê. Ji bo verevandina xemê rê, dorrê, serrê, rexrê.. mal, bermal, sermal, devmal, balkon, şaneşîn bi carekê de bi kulîlkan xemilandin. Kulîlk gelo şînê direvînin? Gelo kulîlkçandin xemrevînî ye? Vî bajarî çu carê hinde zû kirasê xwe neçirandiye, gelo mirov –erê erê war jî wekî mirovan in- kirasê xwe biçirîne, ji kerbê ye, an ji qehrê? Kîjan kovan mirovî şift tazî dike û berdide ser kulîfekan?
Derdê me û vî bajarî derdekî dî ye. Erê kiras diguhere lê ruh? Kîjan reşeba ji ruhê bajarekî girantir e?
Van du salên vî bajarî keziyên keçikan spî kirin, pora lawikan daweşand, zarok şûna leyîzgehan bi xirbeyên wî lîstin.
Û dîsa bihar bi çavên xwe yên zeytûnî li vî bajarê bi xemgîniyê dibişire. Nêzik e, tavzîlok cihê xwe ji tavgeşiyê dihêlin. De werin em bajarê xwe bi xemla Newrozê bixemilînin!