Wisa bifikirin: Li welatekî hikumet leşkeran dişîne şer. Ne yek ne didu, ne sed ne hezar... Hema dişîne. Ligel ku dizane di wî şerî de bi ser nakeve jî... Ew hikumet her pêdivî bi leşkeran heye, her qala şerê welatê xwe dike û her zarokan dide kuştin... Kî dikare dij derkeve? Kî dikare gotinê bibêje?
Em dikarin vê mînakê ji bo her welatî bibêjin, nav ne muhîm e.
Li Amerîkayê ev çêbû. Şerê DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û Wîetnamê heye. Her zarok têne kuştin. Wîetnam ji bo serxwebûnê şer dike, lê DYA? "Sedî deh ji bo pêşî li komunîzmê bigire", "Sedî 7 ji bo welatê xwe" û "sedî 70'ê zêdetir ji bo îtîbara hikumetê".*
Heta kengê dê ev şer bidome? Heta kengê dê her zarok bêne kuştin? Heta hin rojnamegerên dilpola derkevin holê, agahiyên veşarî biweşînin û rastiya hikumetê li ber çavên raya giştî raxin... Li Amerîkayê wisa çêbû...
Weşandin an veşartina belgeyan?
Destpêka salên 1970'ê. Rojnamegerên ku di The Washington Post de dixebitin belgeyên gelek veşarî yên DYA'yê bi dest xistin. Belge li ser şerê di navbeda DYA û Wîetnamê de ne ku ev 25 sal in didome û belge heta hûn bibêjin veşarî ne. Ev belgeyên ku raza veşarî ya dewletê ne kî diwêre biweşîne? Midûra giştî ya rojnameya The Washington Post Katherine Graham (lîstikvan Merly Streep) û gerînendeyê weşanê Ben Bradlee (lîstikvan Tom Hanks) dê bikaribin bikevin bin barê giran ku wan biweşînin yan na? Biweşînin îhtîmal heye hikumet rojnameyê bigire û wan tewqîf bike; neweşînin? Gotina gerînendeyê weşanê her tiştî zelal dike: "Em van neweşînin tam wê çaxê dê êdî Washington Post têk here". Û gotinek din: "Em neweşînin emê têk herin, dê welat têk here."
Gotin ev e; "Hikumet nikare ji me re bibêje çi biwêşinin yan neweşînin". Washington Post di sala 1971'ê de bi weşandina "Belgeyên Pentagonê" skandaleke mezin derdixe holê; rûyê qirêj ê hikumetê, rewşa rastî ya şerê DYA û Wîetnamê radixe ber çavan. Û tam wê demê hêdî hêdî piştgiriya raya giştî ya DYA'yê ya ji bo Şerê Wîetnamê derbe dixwe û pêre di salên pêş de dê DYA êdî dest ji Şerê Wîetnamê berde.
Erê Wezareta Edelatê ya DYA'yê der barê rojnameyê de dozê vedike, ew têne darizandin lê gotina dawî ya dadgerên ku van rojnamegeran didarizîne ye ku wisa dibêjin: "Azadiya çapemeniyê ne ji bo yên ku welat bi rê ve dibin e; ji bo kesên tê birêvebirin e."
Belê azadiya çapemeniyê... Ji bo yên têne birêvebirin, yanê ji bo gel, yanê ji bo kesên ji rêzê...
Ger em ji gotina xwe ya li jor "navê welat nemuhîm" bi paş ve gav biavêjin û vegerin ser nav: Em bibêjin çapemeniyeke wisa li Tirkiyeyê heba dê rewş çawa ba?
Berendamê Oscarê ye
Fîlmê derhênerê navdar Steven Spielberg "The Post" niha li Tirkiyeyê di vîzyonê de ye. Fîlm ji çîroka rastî hatiye girtin. Fîlm careke din rastiya Şerê Wîetnam û DYA'yê radixe ber çavan. Carek din dîrokê bibîr dixe, ya herî muhîm jî bersiva "divê rojnamegerî çawê bê kirin?" dide. Bi taybetî kesên bi nûçe û rojnamegerî re eleqedar in, paşê dozger û parêzer û dûre jî kesên ji rêzê, bi gotineke din hema her kes divê lê temaşe bike. Hem ji aliyê mijara ku girtiye dest ve, hem jî jixwe derhêner Spielberg derhênerekî serketiye û fîlmên wî jî, loma hêjayî temaşekirinê ye. Fîlm îsal di warê fîlmê herî serketî de berendamê Oscarê ye, Merly Streep jî di warê lîstikvana herî serketî de...
Gotinek jî ji bo Streep: Streepa ku ez jê hez dikim rihek muhîm daye karaktera xwe. Ez hêvî dikim dê Oscarê bibe mala xwe...
KUNYE:
The Post
Derhêner: Steven Spielberg
Lîstikvan: Tom Hanks, Meryl Streep, Sarah Paulson, Bob Odenkirk, Tracy Letts
Senaryo: Liz Hannah, Josh Singer
Sazkar: Amy Pascal, Tim White
Navê fîlmê ên din: The Papers, The Pentagon Papers
Welat: 2017 - ABD
Cure: Biyografî, Dram, Dîrok
Dem: 115 deqîqe
*Ev dane ji fîlmê "The Post" hatin girtin
**
Fragmana fîlm: