Nîvgirava Sînaî ya Misrê parzemînên Afrîka û Asyayê bi hev ve girê dide. Ji xwar ve li ser Deryaya Sor e û ji banî ve jî di bin Deryaya Spî re ye. Ji bejayiyê ve xwe digihîne Îsraîlê. Eger em deryayê lê nekin, cîrana Erebistana Siûdî ye jî.
Xwezaya wê ji çiyanên rût û biyabanê ango sehrayê pêk tê. Qiraxên wê yên deryayê bihuşta geştiyariya di bin avê de ne. Berê tenê koçer li vê derê dijiyan. Hezkerên deryayê jî ji bo xwe noqkirinê dihatin aliyê Şarm el Şêx a vê nîvgiravê. Ava zelal û jiyana lawirên pirengî yên di bin deryayê de dibû sedem ku rojane hejmara geştiyaran zêdetir bibe.
Berî 40 salan êdî hêdî hêdî li ber qeraxên Sînaî hotel hatin avakirin û ew der bû bihuşta geştiyariyê. Ji her derê cîhanê geştiyaran ref bi ref qesta wê derê dikirin. Lê bi şerê navxweyî yê Misrê yê sala 2011‘an re ew der bû qada şer û êrîşên terorî. Ji wê rojê ve heta niha li wir gelek êrîş li hotelan li dijî geştiyaran, li nava Şarm el Şêx li dijî sivîlan û li dijî baregehên leşkeran pêk hatin. Pêrar bi daxistina balefireke tije geştiyarên rusî ku ji balafirgeha Şarm el Şêx rabû êdî geştiyarî jî li wir kete nav sêkeratan.
Hefteya borî derfeta min çêbû ku biçim vê nîvgirava ez behsê dikim. Balafira me ji Frankfurtê firiya û li balafirgeha Şarm el Şêx danî. Ez li vir parantezekî vekim; Di şerê navdar ê şeş rojî yê 1967‘an de Îsraîlê ev nîvgirav kir bin destê xwe û li wir balafirgeheke leşkerî ava kir. Piştî lihevatinê, ev balafirgeha leşkerî ma ji Misrê re. Di nava demê de Misrê ev balefirgeh veguherand balafirheke medenî. Ev balafirgeha balafira me lê danî ew balafirgeha Îsraîlê ava kiribû bi xwe bû.
Piştî mirov ji balafirgehê derkive, li ser rê tevdîrên ewlekariyê yekser bala mirov dikişînin; Li xalên kontrolê yên ser rê leşker li ber çekên giran tiliyên wan herdem di amadebaşiyê de ne. Dema wesayît bigihin ber deriyên hewşên hotelên geştiyaran, wesayît bi seyên bêhnê têne qontrolkirin û dû re dikarin rêwiyan bibin hotêlan.
Eger em geştiyarên ewropî yên her tiştî didin ber çavên xwe û berê xwe didin vê nîvgiravê lê nekin, geştiyar êdî bi piranî yên navxweyî ne. Ji welatên ereb ên mîna Urdunê jî geştiyarên qista vê derê dikin hene. Her wiha di çarçoweya peyman-bernameyeke taybet a hikumeta Misrê û Ûkraynayê de jî hewla ku berê tûrîstên ukraynî bidin vir heye lê belê hê jî asta geştiyaran negihaye bendewariya her du aliyan.
Balkêş e; yekser li ser rê hejmara bilind a hotêlên hatine girtin dikeve ber çavên mirov. Avahiyên nû hatine avakirin lê temamnebûyî wekî kavil hatine hiştin li her cihî dixuyên. Di nava hotelên vekirî de jî gelek hawizên avê û cihên atraksiyonên geştiyaran ji bo mesref zêde nebe hatine girtin. Heta ji destê hotelvanan tê dixwazin geştiyar qayîl vegerin malên xwe lê konjektura siyasî û rewşa metirsîdar nahêle armanca wan a ku bêhtir geştiyar bên pêk were.
Rewşa nîvgirav a Sînaî wekî ya gelek welatên misilmanan e. Tevger û rêxistinên tund ên îslamî ziyan dane her cihî. Li her derî leşker di amadebaşiyê de ne. Mirov bi tirs in ku li tenişta wan êrîşek an teqînek pêk were. Rewşa aborî ya kesên ji geştiyaran debara xwe dikirin serûbino bûye. Her kes di nava bêhêvîbûnê de hewl dide ji xwe re hêviyê çêbike lê belê rewş kembaxtir dibe.
Di dawiyê de dixwazim vê bibêjim; Gelo hêja ye ku mirov digel hêbûna vê rewşa nexweş serdana cihên wisa bike?
Belê, hêja ye, ji ber di roja me ya îro de qet diyar nabe li ku derê wê êrîş pêk were û li ku derê pêk nayê. Mîsogeriya tu welat û bajaran nîn e. Beyî xweavêtina di nava agir de, di çarçoweya derfetên mirov de bila mirov cihên meraq dike bibîne. Dîtin û bihîstin ji hev cuda ye. Bi dîtinê re nêrîn û fikra mirov yan tê guhertin û yan jî pesend dibe.