Bi kewgîra spêdê re tu dibêjî qey hemû çivîkên Amedê li ber balkona me kom dibin û bi tîjka sibê re dest bi wîçewîçê dikin. Mîratan, xewa sibê li balkonan heram kir.
Rojî Remezan çawa çû, bi cejnê re kelegermê serî hiland û xwe bi ser me de dewisand. Kûfekûf bi bêhna me xist. Di heft ava de jî mirov hênik nabe.
Gava çavekî min li ser rêzikên kitêba Cembelî Kurê Mîrê Hekarya digerin, li Berçelan di bin konê Faris Axayê Koçer de bêhna qehweşîrê kezeba min difirkîne, ji aliyê dîtir, li rexûçanên gola Seydxan, geliyê Deholan ser wan çil kanî û mêrgan, bêhna binevş û sosinan têkilî kenê qemirî yê bi tîşka rojê hilbûyî yê Binevşa Narîn dihele.
Mam Îhsan Colemêrgî, dest û dilê te ter bin. Helbet, piçekî gazina min ji weşanxaneyê heye, ka bo çi zimanê kitêbê bo nimûne, forma “Min ew dît”, wekî “Min wî dît” guherandiye. Vê nimûnê û çend nimûnên wiha her çend çi qisûr neanîbin vê kitêba ku mirov ji xwendina wê têr nabe, piçekî zexilandiye.
Çûçik hê jî li dora balkonê çirvirtanê dikin û wan serê min bir.
Paşê sefera çavên min di nav çolên Sûdanê dikeve, aniha ez mêvanê Tayeb Salih im, kêfa min gelekî bi Hacî Ehmedê kalê camêr tê. Çi camêrekî resen e. Nexasim, di deverekê de, gava behsa kalê xwe dike, dibêje: “Kalê min ne dara maziyê ye, ew, deviyek çolê ye, çirik e, bi dirih e, lê kok û rehên wê teraşê ew çendî kûr û eslî ne, bi salan bêav dikare bijî; bi salan li ber cergê tava cehnemî dikare hêşîn bimîne…
Camêr, çawa kariye, tevahiya rihê welatê xwe, di kitêbeke ewende de bide hev û bi rih û giyan bixe!
Di navbera “Demsala Koça Ber Bi Bakur Ve” û “Cembelîyê Kurê Mîrê Hekarya” de hişê min dikeve pev wîçewîça wan çivîkên bed û bêyom ku xewa sibê li min kiriye jehra bin diranên marî.
Tiştê hevbeş ê van herdu şaheseran ew e, her du jî ji axa xwe, ji av û bayê wê axê xwedan bûne; her du jî her ber perê Xwedê teraş û deviyên erd û zeviya xwe ne. Lewre mirov bi xwe re dibin û li kort û kortalên nepen ên erdnîgariya mirov de digerînin.
Min divê vê spêdê piçekî bêhna edebiyatê bikim; piçekî bi bêhna peyvan bikevim. Lê mîratên çivîkan nahêlin! Wîçewîça wan guhê min birin, serê min jî, hişê min jî!
Germ e, di vê germê de mirov bi “Cembelî” hênik dibe, bi “Koça Ber Bi Bakur” jî şukra xwe ji vê germa heyî tîne.