Bajarê wekî Çiyayê Simbî serbilind, wekî Çiyayê Cêlo bi heybet! Tovê mirovahiyê di tehtên van çiyan de şîn bû. Welatê çem û robar, zozan û hêlîna pilingan, ev war, bi heybeta guldexwînan kemilî di dergûşa mirovahiyê de, ji serdema hoz û êlatên Naîrî û Urartu pê ve, li vê hêlîna çiyayî, her deng û rengên jiyanê hebûn û kemilîn.
Ev bajêr, ev welatê çiya, wekî kelehekê polayî, di hemû serdemên dîrokê de, ber sînga zilm û zordariyê wekî çiyayên xwe rawestiya; Îskenderê Mezin, nekarî van çiyan derbas bike. Ev welatê Zagrosan e, ew devera ku tîrêjkên rojê jê hiltavêjin û bi ser deşt û beriyên mirovahiyê de belav dibe.
Culemêrg, zêdetirê 700-800 salan bi destê mîrên kurdan, bi awayekî xweser hate birêvebirin. Di bin siya vê Mîrnişîna Hekarî de, ji robarê Mûsilê heta Gola Wanê herêmeke berfireh bi hemû reng û dengên xwe bi awayekî birayetî jiyana xwe birin serî.
Li vê derê, dengê bangê mizgeft, noqasa dêrên Nastûriyan, dengê Laleş û sînagogan di tenişta hev de bilind bû. Heq, edalet û dilsozî demeke dirêj li ser vê hêlîna di paşila çiyayan de hebû.
Mîrên Hekarî, ne tenê mîr bûn, ew heman demê şair bûn, dilsozê ax û welatê xwe bûn. Ew, evîndarên mirovheziyê bûn. Lewre ji Pertewbegê Hekarî heta bi Mîr Mihê Hekarî (Feqiyê Teyran) gelek şair û edîbên navdar, di bin paxila vê mîrnişîniyê de gihîştine. Em gava Hekarya dibêjin, ji Elî Herîrî bigire heta Ehmedê Xanî, ji Feqiyê Teyran bigire heta Melayê Bateyî em dibînin ku ev dever, hêlîna helbest û ilm û ihsanê bûye.
Her wiha di serê sedsalê de, Ebdurehîm Rehmî Hekarî divê em ji bîr nekin, ku wî yekem teksta şanoya kurdî nivîsiye.
Her wiha di van bîst salên dawî de, xelkê Geverê, xelkê Culemêrgê, Çelê û Şemzînan, her bi doz û dewa miletê xwe re bû. Gever, par hate wêrankirin. Ev bîst sal in zozan û baniyên vî warê şêrîn meydana qal û cengê ne. Her roj bombe dikin. Xeml û rewşa van çiyan, pezkovî nehiştin. Ev zilm e. Keleha Mîrnişîniya Hekarî, ev zêdetirê bîst salan e, di bin dagirkeriyê de ye. Wisa ye, her wekî tu mirovî bê nefes bihêlî. Ev hêlîna ber paxila Çiyayê Simbî, niha wekî kozikek eskeriyê ye. Divê war û mekanên tarîxî bêne parastin û ji bo cemawerê bêne vekirin.
Culemêrg, bi zozanên xwe dikare bibe panayireke geştyarî û turîzmê, lê mixabin, ji ber şer û zilmê jiyan li vê bihuştê fetisandine.
Ji bo jiyanê bidin û Culemêrgê bi rihê mîr û şairên wê bivejînin, divê xwedîtî li nasnameya wê bê kirin.