Ev çîrok, min zemanekî pir berê, di cîwaniya xwe de bihîstibû, ez dixwazim li vê derê parve bikim.
Rêvebirên saziyên mezin yên cîhanê ji bo hefteyekî hatine hotêleke serê çiyê, tevlî semîneran dibin. Saetek carê li ser mijarên cuda ders tên dayîn, civînên şêwirmendiyê tên çêkirin. Îjar dora profesorekî extiyar e.
Salon tije karsaz in. Derî vedibe, extiyarekî dikeve hundir, hêdî hêdî diçe ber maseya xwe. Bê ku silav bide, di bin birûyên qalind de, karsazan yeko yeko di bin çavan re derbas dike. Salon bêdeng e.
Profesorê extiyar bi vê gotinê bêdengiyê belav dike:
‘Emê niha bi hev re ceribandinekî bikin’.
Ji bin masê kûpekî vala derdixe dide pêşberî karsazan. Piştre dîsa ji bin masê bi dehan kevirên ku her yek ji wan bi qasî sêvekî mezin, yek bi yek derdixe bi nazikî di kûp de bi cîh dike.
Dema ku kûp tam tije dibe, profesorê extiyar serê xwe radike di bin çavan de dîsa li karsazan dinêre û vê pirsê dike:
“Gelo ev kûp tije ye?”
Tev bi hev re dibêjin: “Belê”.
Çend saniye disekine û dîsa dipirse: “Hûn bawer in?”
Profesorê me dîsa xwe xwar dike, ji bin masê îjar torbeyek xîçik derdixe û ber dide ser wan kevirên mezin. Hinekî dihejîne, ew xîçik di nava keviran de winda dibin, diçin cîhê xwe.
Profesorê extiyar dîsa serê xwe radike û heman pirsî dike: “Gelo ev kûp tije ye?”
Karsazên jîr mîna ku meseleyê fem kiribin, yek ji wan dibêje:
“Bawerim tam ne tije ye!”.
Profesor dibêje. “Baş e!”
Îjar ji bin maseyê torbeyeke qûm derdixe bi nazikî ber dide ser wan xîçik û keviran.
Bi îsrar careke din dipirse: “Gelo ev kûp tije ye?”
Îjar ji wan şagirtên zîrek kesekî din radibe, bi dengekî bi xwe bawer dibêje: “Na, nexêr!”
Profesorê extiyar dibêje: “Başe!” û îjar jî avê derdixe û ber dide ser wê qûma hûr û heta ber dev tije dike.
Berê xwe dide karsazan û vê pirsê dike: “Ev ceribandin kîjan rastiyê radixe pêş çavan?”
Karsazek ku bawer kiriye ji vê dersê gelek fêde dîtiye bersiv dide:
“Ev ceribandin nîşan dide ku dema em bawer dikin ku ajanda me tam tije ye jî, rastî cuda ye. Eger em bixwazin, dikarin zêdetir randevû (civan) li ser randevûyan tê de bi cih bikin. Ango em dikarin zêdetir kar bikin.”
Profesorê me dibêje: “Nexêr, mesele ne ew e. Rastiya ku ev ceribandin nîşanê me dide ew e ku eger em pêşî kevirên mezin nexin hundirê kûpê, em tu carî nikarin yên din tê de bi cih bikin.”
Bêdengiyeke kûr çêdibe li salonê, her kes digihîje wê qenaetê ku li gorî xwe jê dersek derxistiye.
Profesorê extiyar dewam dike:
“Di jiyana we de kevirên mezin çi ne ? Tenduristî? Malbat? Dost û heval? Îdeolojî? Baweriya olî? Fêrbûn? Parastina dozekî? Aramî? Tekoşîn? Û tiştekî din? Ya girîng ew e ku mirov KEVIRÊN MEZIN bixe rêza pêşî ya jiyana xwe. Naxwe xeterî heye ku mirov eweliyên xwe yanî rêza girîng ya jiyana xwe tevlihev bike û bi sernekeve. Eger tu pêşî xîçik, qûm yan jî avê bixî hundurê kûpê, ji tişta herî girîng ya jiyana te re cih namîne. Hûn bi xwe tim vê pirsê ji xwe bikin: ‘Di jiyana min de KEVIRÊN MEZIN çi ne ?’ Paşê van kevirên xwe yên mezin berî her tiştî di kûpa xwe de yanî di jiyana xwe de bi cih bikin.”
Profesorê extiyar bi awayeke dostane destê xwe rakir, silav li wan kir û hêdî hêdî ji salonê derket.