Min divê li ser weşangeriya kurdî ya li vî berê welatê me, çend gotinan li vê derê bibêjim.
Wekî tê zanîn, gava li berekî welatê me, livyaneke siyasî çêbe, heman wext, pê re geşedanên çandî, hunerî û wêjeyî jî çêdibin. Bêguman ev yek bi xwe re geşedaneke fikrî û 'rihekî nû yê niştimanî' jî tîne.
Li vî berê welêt, wekî hemû kar û barên têkildarî cîhana kurdan, kar û barên weşangeriyê jî gelekî zehmet û barekî giran jê re divê.
Li vî bereyî, ev nêzî panzdeh-bîst sal in, di warê weşandina berhemên bi kurdî de, liv û bizavek berçav heye. Lewre jî birek weşanxane hatine avakirin, komek nivîskar peyda bûne.
Bêguman, barê van weşanxaneyan gelekî sivik nîn e, heman wext, kar û barê nivîskaran jî ne kêmî yê wan giran e; yanî, her du bi hev re di bin vî barê giran de, difelişin. Ger tu devê weşangerekî vekî dê barek gazinan ji te re bike -bêguman heta radeyekê heq e- her wiha hê tu nêzî nivîskaran nebûyî gazin û lomeyên wan bi ser te de tên. Ew jî ji bal xwe ve heta radeyekê mafdar e.
Nexwe çare çi ye?
Bêguman, ji bo vê pirsê her yekî ji we bersiveke wî heye, lê hemû bersiv, di statuya kurdî de, di pêkhatina bazara vî zimanî re asê dibin...
Van rojên ku kurd li ser sehneya cîhanê têne kifşê, bêguman, pê re pê re dê peyv û qelema kurdan jî, bi qedr û xwedîqîmet bikeve.. Ji bo vê hinekî dem û sebir divê.
Di van bîst salan de, li vî berî, çend weşanxane derketin.
Min divê wan û karê wan hinekî li vê derê bi bîra we bixim.
Weşanxaneya Lîs, yek ji weşanxaneyên sereke ye. Barek werger ji zimanên cuda cuda bo kurdî kirine. Gelek nivîskarên ciwan li vê weşanxaneyê derfeta weşandina berhema xwe dîtiye û pê re li meydana nivîskariyê gihîştine. Bêguman, karê wan zehmet e, barê wan giran e. Lê dîsan jî rêyek daye ber xwe û bi gavên hêmin tê de dimeşe.
Divê mirov weşanxaneya Avesta jî bi bîr bîne, wan jî barek kitêb weşandine, komek nivîskar peyda kirine. Bi taybetî guhastina berhemên soranî bi ser kurmanciyê yek ji xebata hêja ya vê weşanxaneyê ye.
Bêyî Nûbihar quncikek kêm dimîne. Ev weşanxane jî bi îstiqrar karê xwe dibe serî, heta niha bi sedan berhemên klasîkên kurdî yên berrizyanê ji revzên medreseyan anîn derê û bo kurdiya îro neqil kirin.
Ligel van, bêguman, gelek weşanxaneyên dî hene. Aram jî weşanxaneyeke kurdan e, wê jî, barek pirtûk weşandine û xwedî prestîjeke giring e. Ligel vê, weşanxaneya Do, J&J, Na, Ronahî, Sîtav, Belkî, Doz û Perî jî barek pirtûk ji bo quleteyna kurdî derxistine pêş. Her wiha Weşanxaneya Vate jî hêjayî bibîrxistinê ye, wê jî, standardek ji şêwezarê Zazakî re aniye û bi berhemên xwe di xizmeta kurdan de ye.
Di serî de, divê em heqê wan, heqê keda wan a pîroz teslîmî wan bikin û bibêjin: Mala we ava! Rûyê te spî be!
Spas ku çirayê kurdî hê jî diayise, bêguman, bi niqitên ku îro ji verêja van kevî û kaniyan tê, siberojê dê ger, gol û deryaçeyên kurdî pê saz bibin.