Car carnan bêhna min ji tiştên nû teng dibe, xwe davêjim bextê tiştên zemanê berê ku nefetisim. Xwezî fetisandin tenê bi bêhnstendin û dayînê bûya. Dema ku li derdora xwe avahiyên nû dibînim bêhna min diçike. Wan xaniyên kevn ê li hember jiyana nû! hewl didin ku hilneweşin ji berê de di bala min de bûne. Gelo ez tenê xwe dişibînim wan xaniyan? Ew xaniyên hundire wan tije biranînên ku ji kêf, şîn, şahî, têkçûyîn û hwd in.. Dema tu di ber wan de derbas dibî bi te re diaxivin hûrik hûrik, bi dengekî nizm. Lê xaniyên nû ne wisa ne, dengê wan bilind e. Qaşo tê gotin ku deng şênahî ye lê ev xirecir e ne şênahî ye. Guhê xwe li xaniyên kevn bel dikim, dengê zarokên li vir mezin bûne û aniha kî dizane li ku der in tê min.
Ew roj em dîsa çûn taxekê kevn. Me ji bêhntengiya min xwe avetibû derve. Em hêdi hêdi dimeşiyan, ji nişke ve xaniyekî darînî derket pêş me. Sekinîm, min ji serî heta binî li vê dîmenê temaşe kir. Ji çar qatên wê her yek bi serê xwe dinyayek bû. Li qata yekem pisîkeke gewr serê xwe di paceyek şikestî de derxistibû li derve temaşe dikir. Diyar bû ku mirov tê de nediman. Qata duyem hatibû şîşkirin. Mirov şaş dima, gelo di vê feqîriyê de wê çi bihata parastin ku ew qas şîşa li ber pacê xistibûn. Di qata sêyem de deriyekî spî yê ku kê li xanî temaşe bikira pêşî wî balê dikişand hebû. Ecêb bû ku derî vedibû valahiyê. Teqez berê şaneşînekê darînî li ber hebûye, nikaribûye li ber xwe bide û hilweşiyaye. Di wê gavê de şaneşîna mala kalê min a li gund hate bîra min. Ez û xalê xwe havînan li wir radizan û her êvar şerê me û pîrê bû. Digot li wir ranezên, hûn nabînin ku diheje, wê îro sibê hilweşe, lê ku bi şev hilweşe û hûn di xew de bin?! Em pir ditirsiyan lê ji wê kêfa razana şaneşînê carna behiska diçûn û li wir radizan heta ku tavê em bişewitandina. Şewat... Piştî şewitandina gund ew şaneşîn jî bê xatirxwestin çû û hemû bîranînên me bi xwe re bir. Qet nebe vê şaneşîna derîspî bi biryara zeman hilweşiyabû. Lê ya me, ew bi biryara…
Li qata çaran xuyabû ku kes nedima. Valahiya wê ji dûrî de saw dikir dilê mirov. Gelo çend jiyan di vê qatê de derbas bûn, çend kal û pîran li vir ji neviyên xwe hez kirin? Li kêlekê dîwarekî zexm hatibû çêkirin û xanî bi demê re xwe sipartibû vî dîwarî. Lê xaniyê mala kalê min? Wê xwe bisparta çi?
Di ber xanî re rêya trênê derbas dibû. Ji bo plansaziya bajar seferên trênê betal bûbûn. Trêna mala kalo ya ku em bi kêf lê siwar dibûn diçûn û niha naxebite di dilê min de bi hizneke reş derbas bû û çavê min ji dûyê wê şewitîn..
Cî bi cî darên ku xwe li xanî pêçandine ji mirov re çav bişkandina jî, ser wan bi tenekeyan hatibû nixumandin. Teneke bi baran û kama behrê zengarî bûbûn. Dîsa jî zengar ji teniya şewatê çêtir bû.
Demekê wisa li ber xanî mam. Di nav demên zarokatiyê û van deman de, di nav şewat û zengarê de çûm û hatim, çûm û... Dengekî germ go, dixwazî em herin, sar e, tu yê bicemidî. Dengê dilê min go; ka vê sermayê çi ye delalo, heta ew şaneşîna mala kalo şên nebe wê dil û hinava min tim û tim bicemide.. Mi go temam, em herin.