Kurdî ne tenê ziman e, berhemeke dîrokî ye, kîtabe ye, xezîne ye. Di xwe de rêça zemanê berê dihewîne. Me ew ji nifşa kevin wekî yadîgar dewr girt. Li ser me ferz e em wî bi hasasiyeta berhemeke dîrokî, nazikî teslîmê zarokên xwe bikin. Yê neke gunehkar e, sûcdar e li hember dîrokê.
Mafê bikaranîna zimanê zikmakî yek ji van presîban e, tixubên zagonan nas nake. Ne tenê qedexe kirin, nîqaşa wê jî ne exlaqî ye. Dema qanûn û yasa tên derxistin, eger di wan de mantiq tune be, di nava civakê de cîhê xwe nabînin û ji wan re rêz nayê girtin.
Berdêla wê çi dibe bila bibe, divê mirov hem di nava malbat û civakê de û hem jî li cem saziyên fermî yên dewletê, zimanê xwe bi awayekî xwezayî, rojane bi karbîne û bide bikaranîn.
Wê rojê pisporekî zimanên Rojhilata Navîn hatibû Zanîngeha Cenevreyê. Camêr di konferansa xwe de hema bigire dikir hawar û figan û digot li bakurê Kurdistanê eger rewş wisa dewam bike, polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewleta Tirkiyeyê wê di hêla ziman de bi ser bikeve, lewra kurdî ji niha ve roj bi roj ber bi helandinê ve diçe. Di nava 20-25 salan de wê ciwan xwe bi vî zimanî îfade nekin.
Mesele gelek cidî ye. Em behsa rewşa îro ya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dikin.
Bala we kişandiye gelo?
Ew qas konferas, mîtîng û meş çêdibin, çend rêveberên partiyên me yên legal, çend rêveberên saziyên sivîl bi kurdî xîtabê gireseyê dikîn? (Feqîrno! gerçî niha kes ji wan li derve nemaye, lê dîsa jî..) Hema bigire her kes tirkiya şatafatli ya şildim-bildim tercih dike. Kes ranabe mîkrofonê ji dest wan nagire, nabêje ‘yahu Arkadas! Ev millet kurd e, tuyê yan kurdî biaxivî yan jî keremke vê propagandaya xwe li Kastamonu, li Kutahyayê bike.’
Di medya civakî de kurdî gelek kêm tê bikaranîn.
Hin kesên xwe wekî neteweperwer didin nas kirin jî, hemû nivîsên xwe tirkî dinivîsînin. Hinekên wan ji bo edebiyata tirkî dewlemend bikin, diçin vir de wê de gotinên xerîb, ji erebî, latînî, farisî tînin, bi hev ve pîne dikin di nava tirkî de dihunin. Hûn çi ji zimanê xelkê dixwazin?
Em di sedsala 21’ê de ne, kurd kurdî ji bîr dikin, roj bi roj ji xezîna xwe ji diyariya bav û kalan bê par dimînin.
Heta mirov mafê xwe di gel her berdêlî di pratikê de bikarneyne tu otorîte, tu desthilatdarî vê yekê li ser tepsiyeke zêrîn diyarî mirovan nake.
Qedexeya kurdî çiqas şerma Tirkiyeyê be ew qas jî şerma wan kurdan e yên ku ji vê hişmendiyê bêpar in, yên ku zimanê xwe bikarnaynin, heyranên tirkî û erebî ne.
Werin em wê xezîneya xwe nedin dizîn, nevêjin nav lingan. Ew êdî ne tenê xezîne ye, ew her wiha berhemeke kevnare ye, wê di paşila xwe de biparêzin û teslîmê nifsa nû bikin.