Jiyan wisa saz kirine; ji kêliya tu ji diya xwe welidiyî pergalek zor a ku mirovahiyê bi hezaran salan, bi ew qas jî cerebe û bi azmûn ji xwe re teşe dayî; bi formata xwe ya amade û bi şemaya diyar te pêşwazî dike; ‘nebî nebî tu tiştekî din bixwazî yan îtîrazekê- redekê te hebe, hema dest pê bike xwe ji vî qalibê heyî bifesîlîne, serê xwe deyne ji qedera xwe razî be’ (!) Û bila yek mebest û xema te hebe; di nav pergala me de bidestxistina cihekî maqûl, yanê bibe ji rêzê, yanê bibe bende, yanê bibe ‘kul’ yanê bibe elemanek ji dezgehê me re…
Yanê wekî çi û çawa?
Mesela wekî ciwan, wekî mêr û jin; bibe dê û bav, bibe xwedan zarok, emre xwe bide tê bibî xwediyê pînekê, û ku qismetê te de hebe, ‘pir ne zor e ha’ belkî bibî xwediyê otomobîlekê…
Di aşekî me de bibe qeraşek; ji artêş, febrîqe û AVM’yên me re bibe kiriyar; bibe karker, bibe kujer, qehpik, qewad û parêzvan û bibe al perwer…
Dema me gazî te kir were dêrê, were mizgeftê, were qadê, were ser sindoqê û were pêşiya gîşeya bacdayînê; ku hinan ji te re got çima wisa ye, bêje Xwedê ew nîzam daniye hukmê kesî pê nake biguherîne-xira bike…
Ji bo jiya bi kirasê wateyê xemilî …
Lê hinên din jî hene, yên ji bo ne jiyanek ferz kirî, bo jiyaneke li derdora xeyalekê, di
nav kelecanekê de, bo efsûnek bê jiyîn neketî nav jiyana heyî jî hene.
Yên ku neketine qalibê kifş; dev ji hin tiştan berdayî, dayî dû ya dilê xwe û bi pê cizbiyekê ketî jî hene:
Hin jê şoreşgerên welatekî,
hin jê yên bîrdozekê, hin jê li gorî xwe sofiyên xuleqdar in,
hin li pey helbestekê hunerekê nemirane bûne mûptela…
Hin jê bo kifşkirin û dîtina tevahî cîhanê xwe li riyên zor qelibandine; terkî ser çûne, ha çûne…
Û hin çûne li pey evînekê. Çûne û dev ji milkê dinê, welidandina zarokan, hebûna mal û milk, û pere û di nav civakê de bidestxistina cihekî, payayekê berdane…
Yanê destên xwe ji malê dinê şûştine û bi derwêşane çûne…
Ji gêrikê pirsîne: ‘gotine bi ku ve diçî? Gêrikê gotiye diçim hecê’ gotina ma tu yê bi vê meşa xwe ya gêrikane çawa bigihêjî hecê? Gêrikê bersiveke maqûlane daye wan, gotiye ‘ku tê negihîjim jî ez ê di wê riyê de bimirim’
Erê ku bi ser nekevin jî, ‘fedekar in, fedekariye, xwefedakirin e, ya wan’
Ku ew ji bo hinan ‘kesên dîn’ kesên hiş avêtî bên hesêb jî, lê her yek ji wan şoreşgerê riya xwe, meşvanê mebesta xwe ye.
Lê pirsa serê min diêşîne, nava min vedikoje ev e?
Çi tişt dikare bi yekî/ê; xwe li riyên êş û elem, zor û zehmetiyan xistinê, xwe zinaran qelibandinê; ku dawiyê de hemû sermiyana te ya emrî û bedenî (jixwe ya berîkê nîn e) jî bidî, nebêjî offf…
Divê, ji bo hinan tiştan meriv karibe dev ji hin tiştan berde, da ku hinan pirsiyan karibî bêjî; ‘xem nake, hêjayî her tiştî her fedakirinê bû’ (!)
Her hal ku meriv ji vê fedakirinê-xweragirtinê re li bersivekê bigere, meriv dikare bêje;
‘bi derwêşane evînek azwerî’.