Şev e..şiyar im..baran dibare...
Erê, yan na..
Wê rojekê ji rojên bi şilî û şepelî yê dinyalikê, du rêwî bi rê ve çûbin. Car ji berê, car ji vir û ji wê’rê , car ji aş û bajêr bi pehtin û gotin û galegalan, wê rê ji ber xwe hilçinîbin; car jî bi ha û hê, bi bê û rê re wê pevçinîbin.
Wiha û hêdî hêdî, wê bi xwe û hev re jî...
Şev e..şiyar im..baran dibare…
Yek ji yekî, ji sebebekê, wê rahiştibin hev û wê yek xurtî li yekî kiribe.
Ê de dinya ye… bi ser serê timayê de bihedime.
Çavnebarî wê biniqute dil..wê rê hiştibe û rabûbê, hevalê xwe ji darê lingan anîbe xwarê… Li çola Xwedê ya ku wê çav bi çavan nekeve, wê ew tenê bin. Wê heval, bi berger û lava, rehmê jê hêvî bike..da ku ji nav lepan bifilite..lê ma ‘evd û rehm?
Wê kês lê anîbe...Bi qesta kuştinê, kumişîbe ser.
Wê heval gotibe, neke… ev qest ne heq e, tu li min neheqî û heq namîne qiyametê. Kes nebin jî, va baran... û rojekê, ev baran, van peqilkên vê baranê, wê ilhes şahidiyê li vê çavsoriyê bike.
Ê de hêvî ye...
Şev e..şiyar im..baran dibare…
Rojekê ji rojan, wê yê ku hevalê xwe kuştî, li ber pencereyê noq bûbe, û ketibe temaşeya der û barîn baranê û peqilkan… Wê ew ro, û ew gotina yê kuştî hatibe bîrê.. Wê ji xwe re di ber xwe de beşişîbe...
Şev e..şiyar im..baran dibare…
Wê jina wî lê werqilîbe, û jê pirsîbe; xêr e, tu li çi ziq bûyî û wer mayî beşişî?
Wê gotibe; na, hema wer...
Wê jin pêv zeliqîbe; na na, ne hema û ne wer..hela ka bêj bêj!
Wê ji ber nekiribe der û wê der bûbe û gotibe; te dî filan wext û zemanî, filankes miribû ya, esas ew nemiribû, min ew kuşt, min!
Wê jin ji xwe re ziq bûbe, û sar sekinîbe.
Wê piştî ku ev yek gotibe, zingînî ji serî hatibe ku wa ye sirra xwe da der.. Lê wê fêde neke, çû.. Wê dîsa wekî tîrek li navmil rabe, ev gotine hatibe bîrê; heq namîne qiyametê!
Şev e..şiyar im..baran dibare…
Rojekê virde-wêde, yek ji wî, yek ji jinê wê pev ketibin û wê li jinê xistibe.
Wê jinê kiribe qîr û hewar, û wê gotibe;
Hahoo..hahooo… Mêrê min li min dixe, hahooo... Min ji nav lep derxin, dikê min bikuje...
Ew filankesê li filan wext û zemanî me digo miriye, nemiribû; mêrê min ew kuştibû, mêrê min, hahooo...
li neqeba xew û şiyariyê, baran dibare..
Ê de dinya ye, ban î qul be, bin î şil e.