Herdu jî bêdeng bûbûn. Name heta dawî nexwend, dîsa li hev qat kir, xist bêrika xwe û ji Dilara pirsî:
-Tu çi dibêjî ez çûyîna Swissre qebûl bikim gelo?
-Heval, rewşa birîna te gelek cidî ye, her meh nêm tê tijî dibe çartilî diçe jor, ger derman nebî, ewê demekî din derkeve ser jinuyê te. Bi ya min vê firsendê ji dest bernede, bilêta xwe betal neke, hema siwar be, berpirsên saziyê tên pêşiya te, tuyê bikevî nav destên bi ewle.
Tenê mîna ku erê bike, serê xwe berjêr hejand û got:
-De hadê hevala Dilara ka min birêke!
Piştî rêwîtiyeke çar saetan, balafir li ber daketinê bû. Di nava dengê anonsên hostesan de, roja hatina xwe ya Swîssre, serîlêdana îltîcayê, demên xwendevaniyê, hevalên xwe yek bi yek bibîranin. Rewşa wan ya dawî mereq dikir, gelo dikaribû kî bidîta?
Pêlên hûr yên li ser gola Lemanê mîna ku xêrhatin lê bikin direqisîn. Rengê gola Lemanê keskeke zumrudî bû, çiqas jî dişibiya çavên xwediya nameyê! Rojên destpêkê yên dema nû hev nas dikirin anî bîra xwe. Di serê xwe re derbas kir ka gelo ewê kariba carekî din wê bibîne, di gel wê nameya xatirxwestinê.
Rêwî tev li piya bûn, ber bi derî ve diçûn, ew jî rabû, dît ku li ber derê balafirê du kesên bi cil û bergên unîforma, navê wî xwendin û xêrhatin lê kirin.
Li nexweşxanê birîna wî demborî pansûman kirin û ew derbasî odeyek kirin.
Wê rojê avek di ser xwe de kiribû, bi tesîra derman û serûmê di xew re çûbû heta ku hemşîre hat ew hişyar kir da ku amade bike ji bo emeliyetê. Bi qasî 12 saetên wî di xewê de derbas bûbûn. Kelecanê pê girtibû, tirs, fikar, hêvî, kêfxweşî tevlihev bûbûn. Xwest zanibe ku anesteziya lokal dikin yan ew dê ji binî ve ji xwe bibin. Hemşîre bi dengekî tije bawerî pê da fêm kirin ku pêdivî bi jixwebirinê tine, tenê anesteziyeke lokal dikin.
Di odeya emeliyetê de perdeyeke kesk avêtin ser birîna wî, perdeyek bi qasî bejna mirovekî jî xistin navbera wî û birîna wî da ku di dema emeliyetê de serê xwe raneke li emeliyetê nenêre. Lewma nikaribû doxtoran bibîne.
Hemşîre, aligirên doxtor hemî alavên pêwîst amade kiribûn.
Derî vebû du doxtor yek mêr ya din jin, devên wan bi maske serê wan pêçayî, ketin hundir.
Emeliyet di nava bêdengiyê de bi qasî saetek ajot. Birîna wî heta bin çokê, ji îltihabê hatibû paqij kirin. Doxtoran ji bo ku hêviyên xwe yên ji bo siheteke sax jê re beyan bikin û pê bidin zanîn ku emeliyet serkeftî derbas bûye, perde rakirin, maskeyên ber devê xwe anîn jêr û çûn ber serê wî.
Wî çawa ku doxtora jin dît; Oy xwedêyo! ew çavên keskên zumrudî ku tu caran ji ber çavên wî neçûbûn, niha ji jor ve lê dinêrîn. Devê wî vekirî ma, serê xwe rakir, rik li nav çavên doxtora jin nêrî.
Têbinî: Ev beşa çarem a nivîsê û beşa dawî bû. Hefteya pêşiya me emê mijarên din bigirin dest.
**
Beş yekem a vê nivîsê:
Beşa duyem a vê nivîsê:
- Nîvê şevê, yarê li derî xist
Beşa sêyem a vê nivîsê:
- 'Bi xatirê te ey kurê kurd’