Dilarayê deng lê kir: Tu çima şa nabî bo çûyîna xwe?
Bala wî kişandibû ku ev demek e Dilara ji her kesî zêdetir eleqe nîşan dida, bi dosyayên wî re bilî dibû. Di serê xwe re derbas kir, gelo eger meseleyê jê re veke, ewê helwesteke çawa nîşan bide?
- Hevala Dilara, hin tişt hene divê ji te re vekim.
Dilara rûgeş bû, bi îşareta serî nîşanda ku ew bi kêfxweşî amadeye lê guhdarî bike…
Wî da pêşî li koşeyek tenha li hemberî hev rûniştin. Destê xwe avêt nameya di bêrika xwe de, zerf vekir, name bi hasasiyeta belgeyek dîrokî, bi nazikî, li ser masê raxist. Xetên destnivîs bi hubra hêşin hatibû nivîsandin.
Dilara pê deranî ku nivîs bi zimankî biyanî ye, bê ku wî hêşbêrî bike xwest fêm bike ka ew çi ye.
Wî dest pê kir, hevok bi hevok name xwend û ji Dilara re wergerand kurdî.
‘Hinkî tu çûyî, min her meh ji te re name nivîsandin, lê heta niha tenê du caran bersivên te girtine. Ji rewşa te ne hayedar im, tew nizanim nameyên min digihîjin destên te yan na. Pir li benda xeberên te mam, li vê derê gelek caran çûm komeleyên we, tevlî şevên wê bûm, lê min rêça te peyda nekir. Tu zanî hefteya borî rojbûna min bû, 30 salên min qediyan, niha li nexweşxaneyekê di beşa şîrurjî de kar dikim. Xwezî te zaniba çiqas pêdiviya min bi te heye. Ciwaniya min bi te re derbas bû, Rojhilata Navîn ji te hîm bûm, li her kuçe û kolanên vî bajarî rêçên me hene. Her kurdê ku dibînim, te tîne bîra min. Ew bendên keskesorî yên hûnandî hê jî di zendên min de ne. Her cara ku dikevim mitbexê, bêhna xwarina ku te çêdikir tê pozê min. Tê bîra te, carekî min hewl da ji xwarina te ya ji sebze çêbikim, di şûna kundirên dirêj yên kesk de, min xiyar xistibû nav xwarinê. Tu gelek bi min keniyabûyî. Her cara dikeve bîra min, ez tim bi xwe bi xwe dikenim....’
Kenê bi Dilarayê jî girt. Lê nexwest bide der.
Tenê got: ‘waa çi merifîten te hene? Te bi xwarinê keçikên Ewropî kirine heyranên xwe’. Wî hinek bi şermokî hinek bi xwe bawer, xwendina namê berdewam kir:
“Vaye em hatin berdevê du rêyan, tu li aliyekî ez li aliyekî. Her pêvajo, her temen, hema bigire her tişt çawa ku destpêka wan heye, wisa jî xwedî dawî ne. Lê zanibe ku evîna ku min ji bo te di dilê xwe de hewandiye, ji tîn û kela xwe tu tişt winda nekiriye. Ger rojekê bizewicim, zarok û nêvî dor li bin bigirin jî, zanibe ku serpêhatiyên me û hebûna te di nava rûpelên jiyana min de xwedî cîhekî mustesna ye. Xwendina van hevokên min çiqas dibe nesibê te, nizanim. Yek ji tiştên ku herî zêde dil dikim ew e ku xwezî min zaniba tu selametî, ji rewsa xwe razî yî. Hemû hewldanên min yên ji bo agahî girtina ji te tev bê encam man, ev yek gelek ez êşandim. Ji bilî nivîsandina vê nameyê tu çareyek min a din nemaye. Ez bê dilê xwe xatir ji te dixwazim. Min pir xwest û hê jî dixwazim tu vegerî. Lê tenê dixwaz tu zanibî ew cîhê ku me lê xatir ji hev xwestibû, niha bûye meskenê evîndarên din, êdî tu nikarî min li wê derê bibînî.”
Serê xwe ji ser nameyê rakir, li Dilara nêrî, tebesuma ku bistek berî niha di devê wan de bû, cihê xwe ji xwemgîniyê re hiştibû.
Her du jî bêdeng bûbûn. Name heta dawî nexwend, dîsa li hev qat kir, xist bêrika xwe û ji Dilara pirsî:
-Tu çi dibêjî, gelo ez çûyîna Swissreyê qebûl bikim?
Beş yekem a vê nivîsê:
Beşa duyem a vê nivîsê: