“Dibe ku tu bi vê nameyê xemgîn bibî. Tê bîra te, me bi hev re xwendibû, her tist çawa ku dest pê dikin rojekê miheqeq bi dawî dibin. Vaye em hatin ber devê du rêyan. Ev xatirxwestina min û ev êşa me ya dil, dergeheke xêrê ye ji bo bextewariya te, asoyeke nû ye ji bo armancên te, mizginiya dilşadiyê ye ji bo siberoja te..”
Serê xwe ji ser nameyê rakir, bi çavên melûl di nava valahiyê de li derdorê nêrî. Hertişt şêlû xuya dikir. Xwe di bin goleke genî û şêlû de hîs kir. Bêhna wî diçikiya. Çavên xwe yên ku êdî êş û şewat ketibûnê girtin, winda bûbû. Laşê wî giran bûbû. Heta ku tê de hebû bêhna ku ev bîstekîbû di kezeba xwe de komkiribû di carekî de berda. Ji nava lêvên wî dengekî mina yê bafîzokê derketibû.
Bi tirs dîsa çavên xwe vekirin, li nameya destê xwe de nêrî, xwest dewam bike, tîpên nivîsan şêlû bûbûn. Awirên wî giran giran li hawirdorê zivirîn û çûn li ser wêneyê li hember, mat bûn û man.
Ev wêne ji roja ku wî li vê derê dest bi kar kiribû, li vî dîwarî darde kiribû. Çima heta îro ew qas bala wî nekişandibû. Wêneyekî xweyazê bû. Lê ew ewr û asîman ji ber bandora dema rojava, zer û sor bûn. Ew dar û berên ku çeqelên wan wisa serî tewandine ber bi jêr ve dirêj bûne şiband rûyê wê. Ew her du teyrên ku li asîman difiriyan bûbûn wekî her du çavên wê. Belê belê, ma ew jî ne wekî wan teyran bû, ji jor ve li cîhanê dinêrî. Dibe ku ji ber vê yekê be ew qas xwedî hestên pêşdîtinîbû. Lê ew derya… Ew rengê hêşîn yê aliyê binê wêne, sing û berê wê bûn. Herku ji kur ve lê nêrî, wêne hêdî hêdî şikil girt. Dîmenê portre li ber çavên wî zelal bûn. Belê ew bû. Ma çawa çêdibe, wî çima berî niha ev dîmen ferq nekiribû?
Serê xwe cardin kir ber xwe, şiklê nameyê guherîbû, nivîs bi zelalî nedihat xwendin, hubrê wê ya hêşîn mîna ku heliyabe ji hev belav bûbû. Destê xwe bir ser çavên xwe. Rast e tev şil bûbûn. Ji xwe fedî kir, bi pêjgîra li ser masê, her du çavên xwe paqij kirin. Hê kesî ew di vî halî de nedîtibû diviyabû raba. Nameya xwe nîvxwendî qat kir bi tevî zerfê xist bêrika çepê yê caketê xwe û ji ser masa xwaringehê rabû.
Bi alîkariya baston û bi lingê xwe yê bi tenê bi kulekî derbasî avahiya pirtûkxanê bû. Di nava refan de destê xwe raste rast avêt pirtûkan, kîjan li ber ket, vekir rûpelên wan li hev qilubandin. Ji şewata dilê xwe re li teseliyekê digeriya.
Çokên wî nedigirtin, qidûmên wî şikestibûn, xwîna di temarên wî de mîna lehî diherikî. Destê xwe bilind kir anî asteya çavên xwe, tiliyên wî diricifîn, lerz ketibûn milên wî? Kontrola bedena xwe winda kiribû. Hewl da hukmê hişê xwe bigire dest û wateyek bide vê rewşa xwe.
Di ser hatina wî ya vê derê re 3 bihar û 3 zivistan bihurîbûn. Nameyeke wisa hêvî nedikir. Lewra nameya dawî berî salekê jê girtibû. Têde bi kêfxweşî behsa serkeftina xwe ya zanîngehê kiribû. Tip qedandibû, li nexwesxaneyekê wekî stajyer kar dikir. Têde nivisîbû ku wê pir bêriya wî kiriye. Cihê wî pirsî bû, dixwest were Rojhilata Navîn ji bo dîtina wî...
Çavên xwe li devereke tenha gerand ji bo rûnê, berdewamiya nameyê bixwîne…
Rûnişt, dest bi xwendinê kir:
“Pêşî dixwazim vê bibêjim: Zanibe ku serpêhatiyên me û hebûna te di nava rûpelên jiyana min de bi nazikiya hatat hatine neqiş kirin..."
(Dê bidome)