Hukmê gotinê nemaye. Hezkirin û tehamul di bin simên hespên siwariyên kerb û rikê de dinalin. Her roja paştir ‘xwezî bi duh, pêr û betirpêr’, her gava paştir her kes bi êmanetî Xwedê li jiyanê ye. Bajar, ligel tev war û warkozên xwe ber bayê talan û felişînê digevizin. Xwîna mirovan bi pênc qiruşan jî nîn e. Ev dem û pêl, pêleke welê ye, jiyan ji sertapê tevizî û gevizandî ye.
Di tekstên pîroz de hatiye, “Xwedê gava terka mirovan dike, êdî ew mirov, ligel war û warkozê xwe dibe pelekî sist ê biberbaketî, Xwedê dizane ba li kê derê disekine. Îja, ba û bi dilê xwe!
Ev pêl, pêla gevizînê, pêla tevizînê… Hukmê gotinê bi qalikek barûtê, hukmê axaftinê bi serê berikekê. Ev heyam, serxweranê ye, em hemû bi êmanetî dijîn. Ber bi tunêleke tarî ve dixişin û tu kes nizane dê di dûmahîka wê de li çi biqelibin.
Mirov, bûye gurê mirov. Mirov, bûye hûtê mirov. Mirov, bi tirsê, bi birsê, bi ‘kuştinê’ hevdu terbiye dikin. Mirov wisa bûne, bi hejmara ‘kuştiyan’ hesabê siberoja xwe dikin; bê ka kuştiyên kê ji yên kê ‘çavbelektir in’, ji wê wêrankarî, ji vê wijdankorî, ji vê çepelî û serxwariyê wêrantir tune! Mirov, wekî pariyekî nanî hevdu dixwin.
Ev dema wiha teng û tarî, îja were û bi pênûsê emel bike, were û bi peyv û sêhra wan bikeve! Heçkû tu di nav xîzê de li dendika birincî bigerî!
Demên wiha, demên xwedaweşandinê ne. Ev ruhiyeta gevizandî û tevizandî ancax bi xwedaweşandineke qewî bikaribe bê saxkirin. Ji ber ku, di vê heyamê de, berî her tiştî ‘rih’ dirize, ‘fikir’ ditevize, bawerî û şiyanên mirovî destkolê nakin. Mirov, di heyamên wiha de, dibe kurmek har û bi gewde û giyanê xwe bi xwe dikeve! Mirov, ji rihê xwe dimije û wî dilewitîne. Mirov, di demên wiha de, berî her tiştî û her kesî, wekî dûpişkê tengezarbûyî bi xwe vedide û xwe jehrî dike. Mirov, bi jehra xwe ditevize.
Demên wiha, dinyaya mirovî gelekî teng û tarî dibe. Mirov, li xwe tê xezebê û di hundirê xwe de, ‘hebûnên ji xwe’ difetisîne.
Mirov, demên wiha hukmê gotinê betal dike, çirayê hêviyê vedimirîne, risteyên helbestê ji dara evîna dilê xwe diçirpîne û ber ba dike, mirov, demên wiha, herî bêhtir ‘ji xwe dixwe’, ki kîsê dilê xwe, ji kîsê rihê xwe, ji kîsê hêviyên xwe diçêre û wan tev dide. Mirov, dibe dijminê serê xwe û bi welatê xwe yê hundirê xwe dikeve, çi bikeve berê, wî bi erdê re pahn dike. Mirov, demên wiha, di bêçaretî û bêgaviya xwe de, digevize, digevize, digevize heta ku ditevize.
Îja, dermanê xwe xilaskirina ji vê gevizîn û tevizîna ji bêçaretiyê, her mirov bi xwe ye. Demên wiha her kes ‘şivanê xwe ye’, her kes mecbûr e, bi şiyan û bîreweriya xwe bizavê bike da ku xwe li ser piyan bigire. Ev demên wiha, demên xwe çespandinê ye. An tu yê rabî û bimeşî, an jî bikevî û bitewî, pûç bibî…
Demên wiha, çi fêdeya gil û gazin û lomeyan nîn e. Demên wiha her kes şûrê xwe radike û hewê dibe ser ser û sebebên cuda cuda. Her kes ji bo xwe ji vê bêçaretiyê daweşîne xwe li hin ser û sebeban digire, lê çi lome di demên wiha de li cih nîn in. Ji ber ku hukmê ‘lomê’ betal e. Demên wiha her kes, wekî kesê bikeve behreke kûr û nikaribe avjeniyê bike, ji xwe derkeve ser avê xwe bi stûyê ‘kesê nêzik xwe’ dadide û wî/wê jî dikêşe jêrê… Lê ev kêşan herduyan bi hev re noqî avê dike û difetisîne. Demên wiha her kes sûcê davêje stûyê ‘yê cem xwe’ lê ev gevizîna ji bêçaretiyê, tenê jiyanê li xwe û te ditevizîne.
Vê dema ku mirov bi birs û tirsê têne çavtirsandin, riyek li ber mirov heye: berdewamkirina ser heqî û qenciyê. Bernedana ji rastî û hêviyê. Ronahî, her dê qalikê tarîsanê biçirrîne, ronahî her dê li ser tarîsanê bizeriqe, ji bo vê bizav û têkoşîn ferz e. Têkoşîna çandina evîn û hezkirinê, danîna dara hêviyê û avdana wê darê bi renc û kedê… Te dî, rih ber û fêqiyê xwe dide; li gorî deqên pîroz, berhemên rih, “hezkirin, bextewarî, aramî, bêhnfirehî, dilovanî, qencî, dilsozî, dilnermî û xweragirî” ne, rihê xwe daweşînin, tovê hezkirinê tê de biçînin; herin, ser û serpêhatiyên mirovan bi dilovanî pê bixemilînin, bi bêhna fireh, bextewariyê bi dilsozî wergirin nava dilê xwe û bi ser mirovan bireşînin.
Her kes jiyaneke baş heq dike. Her kes dinyayeke aram heq dike. Çi tişt, çi doz, çi ala, çi îdeal, temendî dilopeka xwîna zarokekî bêguneh pîroz nîn e. Dinya, ji zarokan ji bo me êmanet e, ne ku pawanê talan û destdirêjiya me ye. Em, zilmê li xwe û jiyanê, cîhanê û hemû zindewarên tê de dikin. Laneta herî mezin, rik û nefreta nava me ye.
Em, jiyaneke baştir heq dikin. Ji bo wê jî, divê em bizanibin wî heqê xwe yê wekî şîrê dayikê li gerdena me aza, wergirin.