Ku behsa dîroka barbariyê bê kirin, ango hovîtiyê, bi min serdema Asûriyan û serdarê wan Sargonê II’em deqek girîng e, ji a wê dîrokê.
Bêguman ku beriya Sargonê II ê Asûrî jî hov hebûn û piştî wî, vaye Sargonên hemdem ango yên îroyîn jî hene, û dê hebin zilmkar, nexweşên giyanî, hovebar…
Li ser vê xakê li van diyaran, binêrin kî hat kî çû, şopa kîjan bêxêriyê ma-hişt li ser vê erdî, di nav henaseyên jiya me de…
Erê hatin, Sargon hat kevir li ser kevir nehişt, lê îro ji qewmê wî bêyî çend seriyan tiştek ne maye; axa wî tarûmar, totî zêmaran li ser dixwîne, mişk û mar kelepora wî vedikojin;
kî bi ber tofana wî ket, kî êşiya kî girî, kê kir qirîn û hawar; ma ne xizan, belengaz, bêkes û bindest bûn ew hemûyên ku nifir ji wî firandî…
Û piştî wî Îskenderê gewre… Ji Makedonyayê ta Hîndûyê kîjan kevir li ber nerm nebû, kîjan darê serî jê re neçemand, kîjan qewm û serdar jê re neçû sijdê…
Lê çi ma jê re, ji xeynî dilopek jehr a ji qedeha dostikê xwe pê ve…
Û hatin artêşên qewmê Arabaya (ew pênase gor belgeyên Asûran e), jixwe yên bi çandeke olî herî dirêj li vir wekî dagirker mayî ew in û sedema arîşeyên navxweyî yên şêniyên vê xaka fiht û fireh jî (bi min) ew baweriya ku jexnî destpotîzmayê tiştekî nade evdên xwe, ye.
Binêrin, hê jî devê şûrê wan bi xwîna bindalan tê ye şûştin.
Erê Part jî hatin çûn Romayî jî, vê xakê hovîtiya Moxilan jî dît, û serê hespên xwe dirêjî vir nekiribin bi dûr ve Fîravûnan jî aleya xwe ber bi vir ve li ba kirin.
Ax haspa, haspa… destbihêz, desthilatdarên haspayî(!)
Û Otmanî jî hatin, hêj li vir in nevîçirkên wan jî…
Vega li vê eniya ‘haspayiyan’ Amerîkî jî hene Ûrisî jî hene, ango rojavayiyên mezin û bi desthilatên rojhilatî yên biçûkik ve; tevî hev li eniya roj jê û lê hiltê, dixwazin milkê bavê xwe bi hev re parve bikin, malwêrankirin bikin can û malê bendiyên ku bi qasî xulamekî hêz têde nema ye, xelkê li van deran.
De hûn jî birîxûnin, çi dîwar li ber ên din li ser piyan maye, çi mirov ji ber şûr û çeka yên berî we filitî be, de hûn jî xwe carê jê bicerbînin, haspayîno…
De bikin, de bikin…
Lê tiştek heye divê hûn bizanin, bîr nekin, li ser vê xakê ji wan bav û kalan heta îro, heta yên ji pişta wan bav û kalan peyda bûyî hebin, bizanin, li vir ji vê xakê kevirekî xirabe jî ji we re nabe YAR…
Û hûn jî dê biçin, û hûn jî dê pişta stûyê xwe bixurînin û polîpoşman biçin…
Lê, lêbelê derba ku we li giyanê vê xakê li bedena wê dayî dê bimîne kuleke heta hetayî;
A ew ê pir dereng bikewe, her cara ku ew rûyê we yê qirêj were vê bîrê…