Mirov, têkiliyan li ser ‘axaftinê’ çêdikin. Axaftin, ji gotinan peyda dibe, karê edebiyatê jî ‘çawanî’ û ‘çendaniya’ gotinan e; bi qewlek dî, van gotinan berî bibêje dipêje û kirasê peyvê li wan dike.
Axaftin gava bi peyvê re hasil bû, wê demê ‘wêje’; gotina dahênayî, gotina pahtî, gotina biseroberbûyî/kirî, gotina bi xwê û xeml kirî/terbiyedayî, jê peyda dibe. Gotin, êdî ne tenê gotineke xav e, êdî pêl pê ketine, bi per û bask bûye û dirûvekî ji qalibê xwe biwêdetir, li xwe girtiye û dageryaye xeml û neqşeke dîtir. Ew êdî edebî ye û bûye peyva wê bîrê.
Wekî tê zanîn, kultûra civakan li ser bîra keleporê wê civakê ava dibe, ev jêrhişa qewîm jî dibe serçaviya wê û civak bi wê bîrê bi nav û nîşan dikeve…
Wekî tê zanîn, têkiliyeke diyalektîk di nav hemû beşên jiyanê de heye; ev têkiliyeke berdewam e, bi vê têkiliyê her beş û çemk çawa jê werdigirin heman demê didin hev, kartêkeriyê li hev dikin; hevdu xwedî dikin û car jî heye ji hev dixwin… Îja mijara ‘destnîşankirina angajmanan’ bo edebiyatê jî, li vê derê dest pê dike.
Bi taybetî, civakên xwedî edebiyateke nû, civakên ku endezeyeke siyasî li ser heye, ev angajman bêhtir li dar in. Li vê derê, bi destnîşankirina mîsyona edebiyatê bigire heta rol û rista wê di civakê de, her tişt aloz û şêlo ye.
Di vî bîwarî de em jî têra xwe xwedan ‘angajman in’, bo nimûne, di nav me de angajmana herî li pêş, “edebiyateke bajarî”, “edebiyateke femînal”, “edebiyateke siyasî”, “edebiyateke îdeolojîk”, “edebiyateke antî îdeolojî” û li dora van têgihan digere. Ev pênasekirin, tev wekî “angajmanekê” têne sepandin û ‘çawanî û çilotiya’ berhemê di bêjinga ‘van angajmanan’ de tê seridandin.
Ev yek, wekî kesp û çewsekê li ser nivîskaran tê sepandin da ku xwe mecbûr bibînin ‘berhema xwe’ li gorî van angajmanan birêsin. Ev, berê nivîskar ji berhemê bêhtir dide ser ‘trîbûnên xwedîyê angajmanan’ da ku di wê meydanê de bikaribe bibe xweyî pile, hebûn, nav û nasnavekê…
Erê, di berhemeke wêjeyî de, her mijar, her tişt dikare hebe, dê hebe jixwe, ev di karekterê vî karî bi xwe de heye. Lê ku wekî angajman bi ser bê sepandin û wekî pesteke derûnî, wekî ‘trîbûn’ li ser serî bisekine, ji vê qerebalixê çi edebiyateke kemilî, dawerivî, şaxberdayî û demberdayî, kizgirtî dernakeve.
Ji edebiyata jinane, mêrane, siyasî, îdeolojî, millî, tarîxî bêhtir, edebiyateke çê û edebiyateke neçê, girîng in. Yanî, edebiyata serkeftî û ya têkçûyî hene, ji wê pê de tev ‘teferuat in’ yanî gilêşên ber devê aşî ne û hewce nake mirov pê bikeve…