(Dûmahîka beşa 2'yan a nivîsa “YEZDAN WINDA YE” )
Min gotinên wisa nas û watedar li derekî din nexwendibûn. Nav û nivîskarê pirtûkê ez di mereqê de hiştibûm. Min xwest van agahiyan ji cînarê xwe yê xwediyê pirtûkê bipirsim. Min çawa berê xwe lê zivirand… oy xwedêyo !
Na na, ne mimkûn e! Ez nexweş im. Yan jî niha xewn dibînim. Ji pencereya trenê re li derve dinêrim. Belê raste ev guzergeha min a rojane ye. Ev salek û 3 meh in, rojên tatilê ne tê de, her sibeh û her êvar di heman saetî de, bi heman trenî rêwîtiyê dikim. Ez jiyana rastîn dijîm. Çokên min diricifin. Ji xwe şerm dikim, ma ez ew qas newêrek û qels bûm.
Cesareta xwe li hev kom dikim, dîsa li ser milê çepê lê dizivirim. Belê ew bi nefs bû. Lê çawa, kengê ji cîhê xwe yê li hemberî min rabûbû hatibû kêleka min. Dema li tenişta min rûnişt min çima ferq nekir?
Difikirim pê re bikevim diyalogê. Lê çawa dest bi axaftina xwe bikim.
Bêjim tu kî yî? Ewê bibêje, ‘Quelle question! (ew çi pirsek ecêb e?)
Bêjim tu çima li min dinêrî? Ewê bibêje, ‘Vous êtes fou ?’ (ma tu dîn î?)
Rêya me jî kin e, berê ku trên bigihîje rawestgeha dawî, divê vê meselê fem bikim. Yan na ev yek dikare bandoreke xirab li rihiyeta min bike.
Biryar didim pê re biaxivim. Hemû cesareta xwe komî ser hev dikim, ji cihê xwe radibim, derbasî qoltixa hemberî wî dibim, û ez jî rik li nava çavên wî dinêrim.
Di navbera me de çar bihust yan hene yan tune ne. Hema bigire jinûyên me li hev dikevin.
Ciwanmêr pirtûka xwe da hev, destên xwe jî li ser tevxist û mîna ku bibêje kerem bike.
Bi qasî demekî me awirên xwe ji hev nerevandin.
Min pirsî:
-Puis-je vous connaitre? Pourquoi vous intéressez-vous à moi?
(gelo ez dikarim we nas bikim? çima tu bi min re ewqas eleqeder dibî?)
Ciwamêr bi devkeniyeke tenik got;
-Tu dikarî kurdî jî biaxivî.
-Pardon! Kurdî?
-Belê, zimanê dayê.
-Tu çawa zanî zimanê dayîka min kurdî ye?
-Ew dayika min e jî.
-Dayika min çawa dibe dayika te !
-Lê bavê min?
-Bavê te jî bavê min e.
-Yanî çi? Tu dixwazî bibêjî tu birayê min î?
-Naxêr.
-Ez tu wate nadim vê rewşê. Tu dişibî ewropiyan, lê kurdî wekî devoka gundê me diaxivî.
Ev çi ye, dikarî ji kerema xwe re vekirî bibêjî: Tu kî yî? Ji min çi dixwazî?
-Ez tu me !
-Tu ‘ez’? Tu çawa dikarî bibî ez?
-Belê ez tu me.
- Lê ez kî me ?
-Tu jî ez.
-Min ji van henekên te tiştek fem nekir. Yanî ez û tu mirovek in?
-Belê ez û tu kesek in.
Mîna ku ava kelî di ser min de kiribin, li hev sor bûm. Her du çepilên min di ber min de ketin. Li derdora xwe dinêrim.
Zorê li hişê xwe dikim ji bo ji hukmê min dernekeve.
Heyfa min bi min tê.
Destê xwe dibim ser rûyê xwe, çavên xwe, eniya xwe, sûretên xwe miz didim. Li derve, li derdorê dinêrim. Ev rewşa ku tê de me, hîç naşibe jiyaneke xeyalî. Her tişt wekî her roj e.
Bi tonan pirs di serê min re derbas dibin. Ji qedera xwe razî dibim û bersivên wî ciwanmêrê efsûnî mereq dikim.
-Baş e tu dê û bavê min nas dikî? Dizanî li ku derê ne, çi dikin?
-Belê ez her roj wan dibînim.
-Ew te nas dikin?
-Yên li vê gerdûnê min nas nakin, yên li aliyê din min nas dikin.
-Çawa çêdibe? Çend dê û bavên me hene?
-Her mirov tim didu ne.
-Ji bilî min û te wekî din ez yan jî em hene?
Ez û tu tenê hene. Ez û tu tim jiyanê li hev dor dikin.
Berdewamiya wê di beşa 4'yan de…
Têbinî: Meseleya “Yezdan winda ye” dê çar beş bidome. Lê her carê em navek nû lê dikin…