Kaos, şûrê demokles… tirs, hûteke heftserî… hêvî, di bin zarê êjderhayê heftserî de… bazara mirovan; bazara xwîna erzan… waweyl, bi erd û asîmanan dikeve.. dê, weledê xwe diavêje.
Zeman, carina kercemedeke wisa ye, heçî jê dahesî, heçî piyê wî şiqitî, çem û çem, ji kîsê xwe diçe. Kaos, hûteke wisa, bê pirs û pirsyar, her kesî hat ber devî, bi yek qurtê dadiqultîne. Dem, mirov dixwe. Li ser vê sifreyê ‘xwarin’ belaş e, xwarin erzan; Xwarin ji pîvazê erzantir… Ev bênder, hêviyan dihêre û ev sifre hêviyan radixe… zeman, çilekê heft gundan, heftê parzemînan, her ku dixwe birçîtir dibe, her ku dixwe hartir…
Di vê meydanê de ‘her kes ji kîsê xwe diçe’ ji kîsê hêvî û xweziyên xwe.
Di zimanê me de, hêvî tên çandin, ber(hey)ê wan jî ‘xweşî’ ye. Serfirazî, ji tovê hêviyan şîn dibe û azadî jî ji koka wan… Hêvî, ne dirêjkirina êşkêşanê, berevajiyê, ji her tiştî bêhtir hêvî, têkoşîn e; di zikê vê dayika têkoşîn de, zarokên bi navê berxwedan û serfirazî mezin xweyî dibin.
Îro, ez gelekî li dora ‘mebestê’ digerim, belkî ne tenê digerim heman wext diçerixim, çimkî dikim nakim nizanim dê ji kî derê dest pê bikim.
Ji nav malê? Ji derve? An gunehê tevê bavêjim stûyê şert û zirûfan? Dikarim her tiştî bi ‘bindestiyê’ ve jî girêdim û xwe vedim keviyê? Erê erê, pir hêsan e, ku mirov, ji bo her kawdanê, her şikestinê, zû bi zû ‘hin qurbaniyan’ destnîşan bike û xwe ji navê bide palê, lê ma dibe? Ma rastî wiha ye? Ma mirov bi peydakirina ‘gîskê gurrî’ bi rastî jî ji mesûliyet û binbariya xwe xilas dibe? Ev aliyekî, a herî girîng, ma ‘çare’ peyda dibe?
Mirov, her ji hêviyên xwe dixwe, nemaze, ger nikaribe tu tiştî li ser ya heyî zêde bike, bi taybetî, ger di her şikestinê de nikaribe ji xweliya xwe daweşe û ji kavilê xwe ji nû ve veje…
Mirov, bi ramanên xwe heye… şiyana herî mezin a mirov, aqil e. Fikirkirin, ji bo mirovan çeka herî giran e û berevaniya herî qewîm e.
Mirov, temendî hizrên xwe dijî, temendî dilê xwe mezin e, temendî ‘xwe’; mirov ji kîsê hêviyên xwe dijî…
(…)
Gava li ser rêka karê xwe me, ev çend roj in, mejiyê min wiha bi min re şer dike. Pirs, hevdu gêre dikin, ez di nava wan de gêj dibim. Nizanim çi bibêjim; gazin hêsan e, lê pir baş dizanim, çavkuliya piştî mirinê, girîna ser gorê, tenê piçekî dilê mirovî rehet dike, jê pê ve çi fêdê wê li kawdanê bi xwe nîn e. Tiştê çûyî û bûyî, a rastir, tiştê şikestî heta bi ser çavkaniya wê neyê hilanîn û ji kakilê pirs neyê helsengrandin, tu tişt bi serê pîvazeke rizî nake.
(…)
Gava digihîjim cihê kar, cihekî dî dibînim. Ji sertapê cihekî dî; heçkû ji zemanê xwe veqetiyabim û hatibim di zeman û warekî dî de derketibim…
(…)
Ma hewce ye, ez bibêjim, jixwe hûn tev dibînin bê ka tiştekî çawa ye, ku her sibe, tu piştî venêrtina li nasname, lêgerîna li seroberî, di bin wan awirên sar û neyarane de, çawa derbasî ‘cihê xwe yê kar’ dibî!
Êdî ew war, ji kîsê te çûye, ji kîsê ‘hêviyên’ te; ew hêviyên ku bi dehan salan bi rondik, xwîn, ked û xwêdaneke mezin avabûyî…
(…)
Tenê gotinek tê hawara te: Li ser kavilên xelkê avahî nayên lêkirin!