(Dûmahîka nivîsa “YEZDAN WINDA YE”)
Tirên di saeta xwe de bi rê ket. Çar gav li hemberî min, ciwamêrekî bi fotêr, paltoyek gewr lê, di destekî de sîwaneke pêçayî, di destê din de pirtûkek, rûniştiye rik li min dinêre.
Serê xwe radikim, awirên me li hev diqelibin. Serê xwe dixim ber xwe, li wî aliyê li vî aliyê dinêrim, lê çavên wî tim li ser min in.
Li rawestgeha yekem rêwiyên nû sîwar bûn, di navbera me re derbas bûn, cesaret nakim sererast li nav çavên wî binêrim. Hewl didim xwe di pişt yên li piya de veşêrim, lê bêfêde ye, ciwamêr cavên xwe ji min nakute. Serê xwe radikim, awîrên me mîna birûskê li hev dikevin.
Ciwamêr bi min xerîb nayê. Ji xwe dipirsim ka gelo ev dirûvên wî ji ku derê di serê min de mane? Gelo dîsa di dema yek ji van rêwîtiyan de nebe ku em rastî hev hatibin? Bawer nakim. Ji nişke ve, hişê min çû ser tabloya portre.
Belê, belê, ew awirên ku doh bi şev bi sedan darbeyên firçeyê derketibûn holê, niha li hemberî min rûniştiye. Min her du çavên xwe girtin, ez li tabloyê fikirim, min çawa çavên xwe vekirin, ew sûretê ku firçeya min li ser dans kiribû hemberî min e. Ciwamêr dev li ken bû, di bin simbêlên zerîn yên zirav de diranên wî xuya kirin. Xofê ez girtim. Min xwest cih biguherînim, nabe. Ez ji qidûm ketime, nikarim ji cîhê xwe bilivim. Li kesên derdorê dinêrim, xema tu kesekî nîn e. Herkes di nava cîhana xwe ya hundirîn de ye. Kes bi kesî re napeyive.
Vagon bêdeng e, hewl didim rahêjim çenteyê xwe, çi li ber destê min bikeve, jê derînim, pê bilîbim, dibe ku min ji vê atmosfera efsûnî bifilitîne. Na, ji hal ketime, bûme wekî masiyek bêavmayî, di torê de dipelpitim. Bi xwe re ketime cengê, tu wate nadim vê helwesta xwe ya tirsonek.
Ji Xwedê ve kontrolvanê bilêtan ket vagonê, bi dengekî bilind got: ‘Bonjour, les billets s’il vous plait’ (rojbaş bilet ji kerema xwe re) bêhna min hat ber min, hinek hatim ser hemdê xwe. Kontrolvan li bilêta her kesî nêrî lê ew ciwamêr ji nedîtî ve hat. Mîna ku kes li wê derê rûneniştîbe. Dor hat qora me, dema min hewl da abonementa xwe ya mehane ji bêrika xwe ya paşîn derînim, serê min di ber min de, çavên min çûn ser pirtuka di destê rêwiyê li kêleka min de.
Paragrafa ku binê wê hatibû xêz kirin bi min ne xerîb bû. Min ew di derbekî de xwend. Wekî di xewnekî de bin, mîna ku rêçên jiyana xwe ya borî xwendibe.
Min serê xwe rakir, ew cîwamêr ne li cihê xwe bû. Min li vî alî, wî alî çav lê gerand, tune. Bêhna min hat ber min. Lê hişê min tevlihev bûbû, ji aliyek ve naveroka nas ya pirtûkê difikirim, ji aliyê din ve wî ciwamêrî bi efsûn mereq dikim.
Ew çi bû, kî bû, çi tebabû? Ji min çi dixwest? Ev tirs û xofa ku ez girtibûm nava xwe ji bo çi bû? Ew belqitiyê ku 10 deqe ji ciwaniya min dizîbû û ew bi tirsê lewitandibû niha li ku derê bû? Gelo ez nexweş im, yan pir ketime bin bandora xebata xwe ya doh?
Nebî nebî, çûbe tuwaletê, dîsa vegere?
Bila be, îjar vegere, êzê êdî jê netirsim.
Dibe ku ew jî rêwiyek wekî herkesî be. Ma bişibe karekterê tabloyê çi dibe?
Bi van fikran hewl didim li ber dilê xwe bidim. Helwesta xwe ya tirsonek naecibînim, ji aliyek ve jî, ji xwe şerm dikim.
Ya rastî ciwamêr ji min tiştek nexwestibû, tu xirabiyeke wî jî negihîştibû min. Ji xwe niha ji ber çavên min winda bû. Hewl didim wî ji bîr bikim. Hişê min çû ser naveroka pirtûka rêwiyê li kêleka min. Hevokên pirtukê bala min kişandibûn. Bê ku cînarê xwe aciz bikim, dikim wisa di bin çavan re hevokên binxêzkirî binêrim.
Min gotinên wisa nas û watedar li derekî din nexwendibûn. Nav û nivîskarê pirtûkê ez di mereqê de hiştibûm. Min xwest van agahiyan ji cînarê xwe yê xwediyê pirtûkê bipirsim. Min çawa berê xwe lê zivirand… oy xwedêyo !
Berdewamiya wê di beşa 3'yan de…
Têbinî: Meseleya “Yezdan winda ye” dê çar beş bidome. Lê her carê em navek nû lê dikin…