Çîrokeke wiha tesawir bikin; Me hay ji bayê felekê nîn e lê ji nişke ve agir bi dilê me dikeve. Çiqas ew serpêhatî tê bîra me, careke din hinavê me diperite...
Ji bo mebesta min were fêmkirin, ka em bi hev re vegerin destpêka çîrokê; Rojeke germ a keleqiçêna havînê ye. Em û hevalên xwe wê rojê diçin bajarekî dûr û digerin. Armanc serdana Manastir a navdar a Seligenstadt e.
Bi dîtina bexçeyê wê yê bi şêwaza barok û mîmariya serdema navîn em hemû mest dibin...
Navê wê li ser e, Manastir e. Keşeyan li wir xwe ji karên dinyewî vekidişandin. Pê re jî alîkariya feqîr û mişehtan dikirin.
Di manastirê de em diçin metbexa çar pencereyî. Di wan çar pencereyan re xwarinên mêvanên manastirê, xwarina keşîşan, xwarina nexweşên li nexweşxaneya manastirê û xwarina feqîr û meşehtên li bajêr dihat belavkirin. Ji wir em berê xwe didin dermanxaneyê. Dermanên wê ji giya û kulîlkên bexçeyê manastirê dihatin çêkirin. Ne tenê derman, her wiha şerab jî li wê dermanxaneyê dihat meyandin.
Ji xwe qet nehewce ye ku behsa aşê manastirê ku hê jî dişixule bikim. Tê de genim dihat hêrandin. Dohnê zeytûn û behîvan dihat çêkirin.
Piştre em ji manastira ku dîroka wê zêdeyî hezar salî ye derdikevin. Em bi gerê hem diwestin û hem jî mest dibin. Dibe dora xwarinê, em li nava bajêr li cihekî xwarina xwe bi hevre dixwin.
Dû re em berê xwe didin nava kolanên bajêr ên teng ên ku di wan re bayê çemê Rheinê li rûyê me dide. Erê, ez behsa wî çemê ku Birader dibêje “weylolo, weylolo weylolooo, erê çemê Reynê tu yê bi ku de herî” bi xwe dikim.
Tesewira çîrokê bila berdewam bike...
Hinek ji me aveke cemidî, hinekaji me aveke fêkî û hinek ji me jî bîrayeke qerisî dikin di destê xwe de û em bi hev re hêdê hêdî di ber çem re ji xwe re li cihekî rûniştinê digerin.
Em di ber kesekî ku ji wechê wî diyar nabe ka tirk e, kurd e yan jî faris e derbas dibin. Li ber çem, li ser kursiyekî bi tena serê xwe rûniştiye. Tingetinga tembûra wî ye. Dema em nêzîk dibin, ez ferq dikim ku ji têlên tembûra wî xemgînî dibare. Lê hevalên me yên biyanî fêm nakin ka gelo zilam melodiyekî dilîze, yan jî akordê têlên tembûra xwe rast dike.
Piştî ez berê xwe didim zilêm û li ber disekinim, hevalên min jî me dişopînin.
Zilam beyî ku awirê xwe ji erdê rake û berê xwe bide me, lêdana tembûra xwe her berdewam dike.
Hevalek xwe hew digire û bi almanî dibêje; “Tu dikarî ji kerema xwe straneke bi lez a bi kêf lê bidî...”
Zilam beyî serê xwe rabike, di ber dengê têlên tembûra xwe re bi dengekî fedîker û nimz dibêje: “Na mixabin. Kurd tenê bi stranên xemgîniyê dizanim.”
Li ser vê gotina wî em vediciniqin...
Ev çi gotin bû ey Xwedê! Wekî birûskek li min bikeve...
Agir bi dilê min dikeve. Ez tifa xwe dadiqurtînim. Hevalên me awira xwe ji tembûrvanê hê jî serê xwe ranekirîbû diguherînin û li min dinêrîn.
Dizanin ku tembûrvan pê li birîna min kir. Dizanin, pê êşiyam û tembûrvan bi wê gotina xwe kêfa hatibû tesawirkirin di qirika min de hêla...
Piştre çi qewimî gelo? Min bi xwe nav û navnîşana wî pirs nekir, lê hê li bîra min e ku dema fêm kir ku ez kurd im, pirs kir ka ez ji ku derê me.
Min got: Ji Cizîrê.
Got: Ez jî ji Cizîrê me û rûyê wî geş bû...
Min got: Lê ji Cizîra serxetê...
Li nav çavên min nêrî...
Nizanim di ber xwe de çi got lê dengê wî hate min ku got ew ji Amûdê ye.
Axaftina me her ew bû û wilo ma jî.
Me berê xwe jê guhert û me meşa xwe ya li ber çem dewam kir.
Ew li ser kursiyê xwe ma û dema carekî ez zîvirîm û min li paş xwe nêrî, serî wî hê di ber de bû û li tembûra xwe dida.
Em dawî li tesawirê bînin...
Ev çîroka dibêjim ji beriya çend rojekî li wî bajar û cihê behsê dikim bi serê min hat. Çiqas tê bîra min awirên wî ciwan î ê li erdê dinêrtin û dengê tembûra wî ya di nava vize viza bayê çem de tê bîra min. Xemgîn dibim. Hevalên min jî hê jî carnan behsa gotina wî dikin: “Kurd tenê bi stranên xemgîniyê dizanin.”