Ev sedsal nîn e ku almanan peyva “rihê demê” li lîteratûra ramangeriya dinyayê zêdekirî, te dî, li gorî vê teoriyê ‘hin dem hene, mirov rûçikê xwe diguhere; aqil, fam, têgihîştin, rehm, wijdan ji nava qalibê mirovan radibe û tenê makîneyeka kuştinê dimîne.
Wê demê, dirinde û xwînxwarê herî zalim û bêwijdan dibe mirov û mirov dijî nifşê xwe çavtarî û wijdankor dibe.
Ev jî bi ‘rihê demê’ tê patekirin. Yanî, çi sûcê me nîn e, tev sûcê ‘demê’ ye, ger dem wiha ‘kor û bêwijdan’ nebûya, em mirov berxikê kozê ne, çi sûcê me nîn e(!)
Ev aliyek.
Li rexî dîtir, bêguman, her kawdanê di nava xwe de serboriyeke xwe ya dûvdirêj heye, ser û sebeb hene ku kawdan peyda bibin û vê carê jî ‘gîskê gurî’ bi ser û sebeban tê pênasekirin. Dîsa em mirov, şîrê kal ê dayê ne, tu guneha me tune(!)
Di demên wiha de, ku rihê wehşî û dirindehiya mirovan ji qefesa xwe difilite û bi kuçe û kolanên hez û evîna dilê wan dikeve û wê tarûmar dike, tiştê herî zehmet fikirîn, parastina gewherê mirovahiyê û rehm e.
Çimkî van deman, tenê rengek serdest e: sor; xwîn… tenê gotinek ser zar û zimanan heye; bigire, bikuje, tune bike, tolhilandin…
Di demên wiha de, tu kes bi ‘peyvên hûr’, dengê nizim xeber nade. Xeberdanên van heyamên reş û tarî ku tew sûcê wî ‘rihê genî’ ye, peyvên hişk û req, sloganên bêrih, qebqebo, gef, çêr, biçûkxistin, biçûkdîtin, tunekirin, qirkirin, jinavêbirin; cihê mixabinê ye, van deman, mirov xwe ji bo asoyên sor ên ‘serkeftina ser binxistina yê dîtir’ adapte dike û navê ‘mirovahî û gewherên wê’ di van heyaman de ‘sistî, tirsonekî ye…’
Xasma, êrîş bi xwe, tirs e. Kesên nikaribe bifikire û nikaribe bi hizrên xwe kaba xwe bavêje û gelş û arîşeyan çareser bike, serî li rê û rêbaza mîlîtarane dide. Rewacnebûna hukmê aqilî dengê çek û sîlehan gurtir dike.
Ev çîroka mirovahiyê, çend hezar sal e li vê dinyaya gewrik her dubare dibe. Her çendî dublêr û serkêş biguherin jî senaryo tim eynî senaryo ye û di encamê de, çiyayek pêşemanî, malwêranî, destpêka nû, lê tu tişt, windakirina mirovên bêguneh, bi şûn ve nayne.
Bi kurmancî, ji bo vê kawdanê gotiye, “Mirov, kurmê mirov e.” Belkî jî divê mirov bikaribe vê senaryoyê ji nû ve birêse, ji nû ve; bi çavek dî, ji dest û ser tevnek dî, ji cihekî ve dest pê bike.
Bo nimûne: Gelo mimkûn e, mirov, rabin bibêjin: Em êdî ji îro pê ve xwe ji nû ve format dikin. Êdî kîn û zikreşî di lîteratûra me de, dijminê mirovahiyê yê hevbeş e. Tiştê me digihîne hev, dilê me ye. Rehma me ye. Em bi şewqet û dilovanî dergehên dilê xwe heta ser piştê vekin. Gelo ma em neşên vê dinyaya xwe, bi çavek dî ve bixwînin û ji xwe dest pê bikin. Dest bi raçandina tevnê jiyaneka têrhezkirin, çavtêr, diltêr, rihtêr, ku bişên her kesê tê de vehewînin, bikin. Ma hinde zehmet e em bikaribin nav çavên hevdu binêrin û xerez û kînê ji nava xwe biavêjin! Bi ya min, diviya hinde zehmet nebe!