- Alo cenabê we Madame Humbert e?
- Belê keremke,
- Madame, ev der Restoranta Pizzaland e, min vê êvarê ji we re pizzayekê şand we qebûl nekir, we dîsa ew li me vegerand, sedemê wê çi bû?
Madame Humbert çi hat ber devê wê ji min re got. Anî bîra min ku di reklama me de nivîsiye ku pîzza di nîvsaetî de û bi awayekî germ digihîje destê mişterî.
Min bi dengekî nizm û mehçûb jê xwest ku guh bide min.
- Madame, ez we fêm dikim, ji we lêborim dixwazim, ka deqeyekê zehmet nebe, guh bide min, ez bi du gotinan rewşê îzah bikim.
Dema we têlefon kir, herî kêm 7 siparîşên din di dorê de bûn, aşvanê me bi tevî du alikarên xwe, heta ku hevir derxistin vekirin, tiştên ku we xwestin li ser zêde kirin avêtin firinê 7 deqe bihurîn. Di 6 deqîqeyan de pijiya. Ev kir 13 deqe. Heta me xist cente, ketin rê, 16 deqe bihurîn. Cenabê we jî hay jê heye ku Şaredariya Cenevrê sîstemeke wisa ya trafikê sazkiriye ku hema bigire serê her sed metroyî lembeyên trafikê hene. Her lembeya sor bi qasî du deqeyan dajo! Dîsa jî vê şevê, di vê hewaya bi cemed de, Kuriyerê me li ser moto-sîkletê bê qeza û bê bela, bi tevî pîzzaya we ya bi buhayê 14 Frangî di 10 deqeyan de xwe gihand ber avahiya we. Koda deriyê we naxebite. Assansora we xirabe ye, Kuriyerê me pêyatî heta ku derket qata 6’an 35 deqe bihurîn. Em 7 xebatkarên restorantê, ji bo ev pîzzaya we ya ‘Napolîtana’ di wexta xwe de bigihîje mala we, seferber bûn. Di vê sermayê de ku mirov firinê jî li derve bihêle dibe cemed, em çawa karibin pîzzaya germ bigihînin ber destê we? Madame Humbert! Li beramberî ew qas keda me, we 14 firang hêjayê me nedît û we ew pîzza li me vegerand! Gotinên we yên ew qas tûj jî dera han. Lê dîsa jî canê we sax be!
- Aaa bibore, ez nizanim çi bibêjim. Dema min pîzza red kir, ez ew qas kûr nefikirîbûm. Niha ez gelek xemgîn im. Ger min zaniba mesele ew qas giran e, minê bi kêfxwesî qebûl kiriba. Ji ber gotinên min yên tûj ez ji we lêborînê dixwazim. Ha! ew meseleya lembeyên trafikê jî rast e, Şaredariya me di çarçoveya ‘paradigmaya ekolojik’ de bi zanebûn wisa dike ku şêniyên bajêr wesayîtên xwe yên ferdî kêm bikar bînin, û zêdetir navgînên transportê yên belediyê tercîh bikin. Bibore min navê we jî nepirsî!
- Ez Dere, Monsieur Dere.
- Monsieur Dere, ger hûn qayîl bin ez amade me pîzzaya xwe ya sar îşev dîsa ji we bigirim û buhayê wê qat bi qat bidim.
- Madame Humbert îşev êdî çû, carekî din ezê siparîsa we bi xwe bînim.
- Aaa ezê bi naskirina we kêfxweş bibim. Wê demê pêsniyazekê min li te heye Monsieur Dere. Dema te pîzzaya min anî dikarî yekê jî ji bo xwe bînî û em şîvê bi hev re bixwin?
-Ax Madame Humbert ax!
12.12 2006