Heya niha ji ber şert û mercan nivîskar, muzîkjen, hunermendên kurd bi tevî karê xwe dest avêtine siyasetê jî da karibin zextan sist bikin, bi siyasetê re mafan bi dest bixin... Hê jî bi awayek wisa ye û helbet ev tercihek e jî. Babeta me ne ew e bê ka ew sekn ji çi sedeman peyda bûne, rast in yan ne rast in, dibin sedemê çi alozî û berberiyan… Wextê em bi hin rastiyan re rû bi rû dimînin wî wextî zelal dibe bê di heman demê de çi hatiye îhmalkirin jî; -bi awayek normal be jî- bi gelemperî (çend klasîkên sereke ne tê de) ji alî civakî, tarîxî û edebî ve kurd bêtir heya sedsal, dusedsal beriya xwe diçin.
Tiştek din heye ku em nikarin bêjin îhmalkirin heye lê em dikarin behsa valahiyekê bikin ku bi tevî warên sivîl, halê mixalefeta xweber ya edebî û hunerî di afirandina nirx û avakirina perspektîfên modern û hunerî de kêmanî hene.
Ji bo zîneta modern û demokratîk, ji bo welatek modern destnîşankirina nirxan, analîzkirina referansan gelek muhîm e. Gavên di pêvajoya dîrokî de hatine avêtin, takekesên afirîner û referansên welêt û cografyayê di perwerdehiyê de pêşî li mirov vedikin. Helbet bi tevî cerib û pêşdeketiyên dinyaya modern referansên wisa dibin sebeb însan kûrtir, berfirehtir li jiyanê bifikire, li huner û zanistê binihêre.
Yek ji wan nirxan jê Ziryab e ku mixabin di serî de em kurd, bêtir jî kurdên Bakur wî baş nas nakin, li ser nafikirin, analîzan nakin, gav û berhemên wî ji hiş re nakin destpêk welew referans. Di serî de rêveberiyên polîtîk, ji saziyên sivîl heya hunermend, nivîskar, şanoger, muzîkjenan… Ger em karibin li şexsiyetên wekî Ziryab bifikirin, li ser bigengêşin em ê karibin ji alî referansan ve aliyekî dagirin.(Wekî me li jor got, aliyê din referans û çavkaniyên dinya modern in)
Pirsek basît, di sedsala 9’emîn de kesek dikare hewqas gavên hêja û nû biavêje, di jiyana mirovahiyê de bibe sebebê gavên muhîm û gavên ku wî avêtine di heman demê de gavên jiyana dinyadar in jî. Gavên nû û bingehîn in. Ew kes kurd û misilman e. Wî wextî ji alî mirovahiyê ve ew gav û zînet di navbera şaristaniyan de wekî pir bûye.
A, bêyî em dirêjahî bidin nivîsê, wekî pirs, wekî hewes û wekî bangekî em deng bi xwe bixin; nizanim bê dibistana stranbêjê gewre Şivan Perwer yan ya Ciwan Hacoyê delal heye yan na; heke hebe/hebin navê dibistanên wan yên muzîkê Ziryab be ê ev were mehneyekê. Lê kesa ku ji alî kûrahiya rih ve herî nêzî Ziryab, Tara Jaf bi muzîka xwe bibe teyrek û biçe wî zemanî û Ziryab heya dema me bîne… Helbet hemî hunermend û muzîkjenên din ên delal…
Kurdbûna Ziryab ji alî hest ve helbet kêfa mirov tîne lê ka em li jiyana Ziryab binihêrin; Ziryab mirovekî wisa bûye ku bi afirînerî û mejî û dilê xwe merivê her qewm û bawerî û seknê bûye. Ben Kevan ji bo wî gotiye, “Roja Endulusê Ziryab”, lê meriv li afirînerî û gavên ku wî avêtine dinihêre meriv dikare bêje, teyrê sîmir yê deriyê dinyaya ronî.
Nizanim ew kurdên Kurdistaniyê hewqas bilêv dikin wê ji bo Ziryab çi bikin? Nizanim, ew kurdên ji alî îdeolojîk ve biratiyê, ilm û jiyana dinyadar muhîm dibînin wê ji bo Ziryab çi bikin? Nizanim, em kurdên hunermend, nivîskar, muzîkjen, em kurdên bi jiyana sîvîl re eleqedar em ê li ser sekn, zînet, vîn û hedefkariya Ziryab çi bisêwirin, çi biafirînin, çi hilberînin…
Ya herî muhîm gelo wê kurd karibin deng li dinyayê bikin, li welatên eleqeder bikin ku UNESCO salekê wekî sala Ziryab diyar bike…
Nîşe: Derheq jiyana Ziryab de.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Got%C3%BBb%C3%AAj:Ziryab
Nîşe 2:
Di nivîsek (Çima muzeya El Cizîrî ne li Cizîrê dê li Stenbolê bê avakirin? Dîrok :03 04 2016) xwe de min rexneyên xwe anî der ku çima muzeya El Cizîrî li Cizîrê nayê vekirin. Dostekî wisa gotibû, baş e, divê em bifikirin bê kurd dikarin çi bikin.
Vêca em bo Ziryab rasterast ji kurdan bipirsin, hûn ê karibin çi bikin? Tirkiyê piştî hewqas salan bi çavên serê xwe dît ku bo dewlet û miletan aborî û hedefên aborî bi tena serê xwe ne bes in; kultur, huner û edebiyat jî divê di sewiyekê de bin lewma hewl didin bi projeyên mezin û cidî di wan waran de pêşde biçin. Çimkî aborî û xwestek bi tenê takekesek têgihîştî bi şikil nakin, ji mirov re bi qasî aqil hîs jî lazim in, estetîk lazim e, huner lazim e…