Çîroka xwetevlîkirina Tirkiyeyê ya azadiya ramanê ya welatên Ewropayê bi bernameyeke televîzyoneke herêmî dest pê kir. Piştre mesele ji herêmê derbas bû û bû krîzeke navdewletî. Ev ne bes bû, hikumeta Almanya û gelê xwe jî li ser vê yekê ketin qirika hev.
Meseleya ez behsê dikim krîza di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û komedyenê alman Bohnemann dest pê kir û kete rojevê. Ev bi hefteyan e kes nemaye ku li Almanyayê li gelek welatên Ewropayê ev mesele nebihîstî û behsê nekirî. Babet hê jî yek ji rojevên van welatan e.
Destpêka çîroka ku rojane berfirehtir dibe
Em vegerin serê meselê; Televîzyona alman a herêmî ya bi navê NDR di bernameya xwe ya mîzahî ya bi navê "extra 3" a di nîvê meha adarê de klîpeke bi awayekî qerfî Erdogan rexne dike weşand. Di klîpê de ligel stranê, dîmenên girtinên rojnamegeran, binpêkirinên mafên mirovan û zexta li ser kurdan a li Tirkiyeyê dihat dîtin.
Piştî 5 rojan Wezareta Karê Derve Ya Tirkiyeyê bang li sefîrê Almanya yê Enqerê kir û jê xwest ku îzaha klîbê bike, klîb bê jêbirin.
Lê belê hikumeta alman ev yek ji raya giştî veşart. Piştî hefteyekî ku kovara Der Spiegel di vê derbarê de nûçeyek weşand, babet bû rojeva sereke ya vî welatî. Hewldana hikumeta tirk di medyayê de û di nava raya giştî de wekî bêtehamûliya mîzahê û xwetevlîkirina azadiya ramanê li Almanyayê hat şîrovekirin.
Helbesta ku krîza navbera du welatan de deranî
Komedyenê alman Jan Bohmermann wekî helwest li dijî vê hewldana hikumeta tirk di bernameya xwe ya bi navê "Neo Magazin Royale" ya ku televîzyona dewletê ZDF Neo de tê weşandin, helbestek li ser Erdogan xwend. Di rastiya xwe de naveroka helbestê wekî wî bi xwe jî bi nav kiribû, ji helbestê zêde, digel gotinên di bin noqê û sixêfan, siyata Erdogan bi her awayî dihat rexnekirin. Tişta hatibû ber devê wî ji Erdogan re digot. Bohmermann bi zanebûn serî li rêbazeke wisa dabû û dixwest bi vê yekê nîşanî Serokdewletê Tirkiyeyê bide ka sînorê mîzahê çiqasî berfireh e.
Merkel ji tirsa Erdogan li komedyenê xwe xwedî derneket
Ev helbest bû sedema krîzeke mezin di navbera Almanya û Tirkiyeyê de. Li ser vê yekê ZDF’ê ji nişke ve bername ji videotheka xwe rakir. Serokwezîra Almanya Merkel bi telefonê bi Ahmet Davutoglu re axivî û helbesta Bohmermann wekî “sûkayetiyeke bi plan” destnîşan kir. Di ser de jî Merkel erê kir ku dozger li ser daxwaza Erdogan lêpirsînê li dijî Bohmermann bide destpêkirin. Xwedîderneketina Bohmermann a ji aliyê Merkel ve wê bibûya sedem ku medya û raya giştî ya alman bertekên mezin nîşan bidin. Ev bertekên mezin bûn sedem ku Merkel vê hefteyê bibêje ku diviyabû wê ev helwesta Bohmermann wekî “sûkayetiyeke bi plan” bi lêv nekira.
Ne tenê medya, her wiha vê carê jî bavê mîzaha dîtbarî ya almanî Dieter Hallervorden ji bo piştgiriya Bohmermann destpêkê klîbek li dijî Erdogan weşand û dû re yeka ku Merkel bi tundî rexne dike bi rêya medyaya civakî belav kir.
Civak û medya li dijî hikumetê bi bertek in
Ev bi hefteyan e ku babet li Almanyayê germ e û wê germiya babetê dewam jî bike; ji ber Erdogan li dijî Bohmermann li Almanyayê du doz dane vekirin.
Bohmermann êdî ne tenê bi xêra helbesta xwe ya li dijî Erdogan li cîhanê bû kesekî navdar. Jiyana wî jî kete di xeterê de. Êdî mala wî û ew di bin çavdêriya polîsan de ne.
Bi xêra Bohmermann û bertekên rû dan, binpêkirinên mafên mirovan û zextên li ser kurdan ên li Tirkiyeyê bûn rojeva sereka ya medyaya alman û dû re ya cîhanê. Bi vê re popûleriya Angela Merkal li Almanyayê daket xwarê û ew êdî wekî keseke li hemberî şantaja Tirkiyeyê ya eleqedarî peymana penaberan serî tewandî tê dîtin.
Tirsa ku êdî Erdogan mudaxaleyî azadiya ramanê ya Almanyayê jî dike û hikumeta vî welatî newêre deyn bike kete di dilê xelkê de.
Rojnamevanên Tirkiye rexnekirina tên dersînorkirin
Civak nezarî ye, medya nerazî ye û bi dersînorkirina rojnamegerên alman û biyanî ji Tirkiyeyê nerazîbûnê bilindtir dike. Di van çend rojan de dewleta tirk rê neda ku ji televîzyona dewletê ya alman ARD rojnameger Volker Schwenck, ji rojnameya Bild Giorgos Moutafis, ji Sputnik a rûsî Tural Kerimov û ji Guardian a brîtanî David Lepeska daxilî Tirkiyeyê bibin û ji balefiregehên Tirkiyeyê şûn ve ber bi welatên wan ve hatin rêkirin. Ne tenê ev, vê hefteyê navê gelek rojnamegerên din jî li vê lîsteyê zêde bûn û ew jî bi paş ve hatin şandin.
Projeyên çandî jî êdî bûne armanca dewleta tirk
Di ser de Tirkiye êdî mudaxaleya projeyên hunerî yên li Ewropayê jî dike û ev jî bertekên heyî bilindtir dikin. Tirkiye van rojan ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê xwest ku êdî piştgiriya madî nede Orkestraya Senfonî ya bajarê Dresdenê ku navê projeyeke wan a muzîkî "Aghet" e û ji bo bîranîna tevkujiya ermeniyan hatiye amadekirin.
Hikûmeta tirk hefteya borî jî ji bajarê Cenevre xwest ku wêneyekî pêşangeha Demir Sonmez a li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî rake, ji ber di wêne de pankarteke ku Erdogan wekî kujerê Berkin Elvan tê destnîşankirin heye.
Di ser de jî van rojan sefareta tirk a Hollanda bi rêya nameyekî ji hemwelatiyên xwe yên li wir xwest ku sîxuriyê bikin û konsolosê yekser derbarê kesên li dijî Tirkiyeyê propagandayê dikin agahdar bikin.
Hikumetên ewropî wê helwesta xwe niha neguherînin
Ev xalên li jêr ji rojevê dernakevin û her roj diyardeyên ecêbtir derdikevin hemberî raya giştî ya ewropî. Lê belê hikumetên ewropî û bi taybetî ya Almanya vê derbarê de ji bilî bêdengiyê û hewldana guherîna babetê tişteke ku dilê raya giştî rehet bike nake û nabêje. Erdogan û dewleta tirk şêla xwe ji ewropiyan anîne û bi şantaja penaberan hespê xwe li gora dilê xwe li nav Ewropayê dibezînin. Ev bezandina hesp a li gor dilê xwe wê demeke din jî bidome. Ji ber Erdogan dizane bi siyaseta xwe ya penaberan wî Almanya û hemû welatên Yekîtiya Ewropayê avêtin ber lingê xwe. Destê welatên Ewropayê jî hatine girêdan û ji bilî sertewandinê li hemberî Erdogan tiştek di destê xwe de nehiştine.