Li Ewropayê ev bi mehan e rojeva sereke hatina hejmara bilind a penaberan e. Welatên di nava Yekîtiya Ewropayê (YE) de meha borî ligel hikumeta Tirkiyeyê li hev kirin ku ji Yewnenistan penaberan paş de radestî Tirkiyeyê bikin. Lê belê li gor peymanê Yewnenistan wê kurdên bi qaçaxî derbasî wî welatî dibin bi paş ve ji bo Tirkiyeyê rêneke.
Pêla penaberan Ewropa avêt ber lingê Erdogan
Em îstatîstîkên welatên din yên YE deynin aliyekî û tenê berê xwe bidin Almanyayê; Li gor amarên fermî ji destpêkê heta dawiya sala 2015‘an bi giştî derdora 1,1 mîlyon penaber derbasî nav axa Almanyayê bûn. Ji van nêzîkî 477 hezarî li vî welatî serî li mafê penaberiyê dan. Her du mehên destpêkê yên îsal jî hejmara penaberên li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dane derdora 120 hezarî ye.
Ev hejmara bilind a penaberan par bû sedem ku welatên Ewropa ji bo pêşîgirtina penaberan xwe biavêjin li ber lingê Serokomarê Tirkiyeyê. Ewropayê bi vê yekê pê li hemû prensîbên xwe kir û xwe avêt bextê desthilatdarekî otorîter ê ku wan bi xwe ji ber vê egerê pêwendiyên xwe pê re daxistibûn asta herî nimz.
Sedema ku YE derbarê kiryarên li Bakur de bêdeng ma
Serokwezîra Almanyayê Merkel ku ji destpêkê ve li dijî endambûna Tirkiyeyê ya YE bû, ne tenê xwe avêt ber lingên Erdogan, her wiha soza ji nû ve destpêkirina pêvajoya endambûna YE da. Welatên ewropî ji ber vê egerê ji rûdanên li bajarên kurdan ên wekî Cizîr, Sûr û Nisêbînê re bêdeng man. Di ser de Wezîrê Karên Hundir ê Almanyayê Thomas de Maizière derbarê rûdanên li bajarên kurdan û binpêkirinên mafê mirovan yên dewleta tirk bi awayekî vekirî got ku ew nabin hakimê mafê mirovan ên hemû welatan û divê Tirkiye neyê rexnekirin.
Peywira nobedariya deriyê Ewropa dan tirkan
Bi lihevkirina aliyan, Tirkiye wê nobedariya sînorên YE bike. Penaberên ji Tirkiyeyê biçin Yewnenistanê wê bi paş ve werin rêkirin. Li şûna her penaberê ji Sûrî yê li Yewnenistan bi paş de were rêkirin, wê penaberekî din ê ji Sûrî bi awayekî fermî ji Tirkiye bibin YE. Ne tenê ev, Tirkiye wê heta 2018’an şeş mîlyar Euro ji YE bistîne. Pê re jî soza ku eger Tirkiye şertên li pêşiya xwe pêk bîne, wê ji hezîrana îsal û pê ve welatiyên Tirkiye bikaribin bêyî vîzeyê serdana welatên YE’yê bikin.
Yewnanistan wê kurdan bi paş ve rêneke
Li gor peymana di navbera YE û Tirkiyeyê de kesên bikaribin îspat bikin ku dema vegerê wê jiyana wan li Tirkiyeyê bikeve metirsiyê, wê bi paş ve neyên rêkirin. Hêjayî gotinêye ku kesên herî zêde sûdê ji vê xala peymanê werbigirin kurd in û bi taybetî jî kurdên Bakur. Li gor hejmara 19’ê adarê ya rojnameya Frankfurter Allgemeine ne tenê kurdên Bakur, her wiha kurdên ji Başûr û Rojava jî wê ji Yewnenistanê ji bo Tirkiyeyê neyin radestkirin. Di rojên pêş de em ê bibînin ka ev xal wê di pratîkê de çiqasî li ber çavan bê girtin.
Rakirina şertê vîzeyê hatina kurdan a Ewropa hêsan dike
Ji aliyê din ve eger vîzeya welatên Yekîtiya Ewropayê ji bo welatiyên Tirkiyeyê were rakirin, rêya hêsan ji bo kurdên dixwazin ji Bakur û Tirkiyeyê werin Ewropa û serî li mafê penaberiyê bidin vedibe. Bi gotineke din; Kurdên dixwazin ji ber zextên siyasî ji Tirkiyeyê biçin Ewropayê wê beyî mesrefeke giran û rêyên revê yên metirsîdar bikaribin bi balafirê xwe bigihînin Ewropayê. Ji ber vê pêşbîniyê, rojnameya Die Krone di roja 28’ê adarê de nivîseke vê derbarê de bi sernivîsa “Kurdên penaber wê bi 60 euro werin Berlîn?” weşand. Vê yekê hê ji niha ve tirs kiriye dilê welatên YE’yê. Ev tirs wê bibe sedem ku yan YE wê bi hincetekî êdî serîlêdana penaberiyê ya kurdên Bakur qebûl neke, yan soza rakirina vîzeyê pêk neyne û yan jî zextê li Tirkiyeyê bike ku derbarê çewisandinên li ser kurdan de gavan bi paş de biavêje.
Şebeke wê li rêyên nû yên ku penaberan bibin Ewropa bigerin
Bi peymana di navbera YE û Tirkiyeyê re wê ji bo demekî hejmara penaberên xwe bigihînin Ewropayê kêm bibe. Lê belê ev yek ne çareseriyeke demdirêj e. Ji ber armanca peymana di navbera Tirkiye û YE’yê de tenê pêşîgirtina hatina xeta Balkanan a penaberan e. Lê di demeke kurt de wê şebekeyên penaberan xetên nû bibînin û bi vî awayî wê welatên ewropî pêwistiya xweavêtina li ber lingê Erdogan êdî nebînin.
Ewropa dixwaze Erdogan bixapîne û Erdogan jî dixwaze Ewropayê bixapîne. Aliyek dixwaze aliyê din bike nobedarê deriyê xwe û aliyê din jî dixwaze bi vê hêncetê desthilatdariya xwe ya rojane ber bi despotîzmê ve dibezîne qayimtir bike. Niyeta her du aliyan jî hevxapandin e. Şirîkatiyeke ku hê di destpêkê de li ser niyeta xapandinê were avakirin, di demeke zû de hildiweşe.