Du sê roj in dudiliyekê bi pêsîra min girtiye: Binivîsim, nenivîsim?
Binivîsim kek Cîhan dê bibêje, ‘Arjen milê xwe bi nivîsa min giran kiriye’; nenivîsim, peyva ‘flort’ bi qasî min dê bibe pahr û pişka yên berî min: Ehmedê Xanî, Koyî, Cegerxwîn…û yên mayî.
Erê ez ne ‘berdevkê’ wa me; lê belê ji ber ku Hacî Qadirê ‘kurdûnde’ gotiye, ‘ Le sayey şa’irekan babî kuran im!’, ji destûra wî ez jî xwe qure dikim û xwe bi ser neviyekî ji neviyên van ‘bextesîyahan’ ve ber didim!
Baş e ku ji bilî navê min, Cîhanê delal navine din; yê Ehmed Huseynî, Rênas Jiyan, Kawa Nemir, Kejo, Rodî Zerya… û kek Berken jî lêvandiye, û li yek tûşê di wan re jî bihuriye: “Nivîsa Helîm Yûsiv a di der barê Menaf Osman de nivîseke wanî ye. Banga Salihê Kevirbirî ya li S.Dilpolo bangeke wanî ye. Di van demên dawî de dengê Arjen ê ji bo Osman Mihemed heman tişt e. Nivîsa Jan Dost û nêziktêdayîna Dawid Rêbiwar a di der barê helbestên Arjen de heman tişt e.”*
Yek: Ji ber ku em jî nifşek in û wekî ‘Nifşê Tîrêjê’ bi nav dibin û em ji edebeke edebî û exlaqekî sermedî tên, heta niha min ne li pêş, ne jî li paş Rojen Barnas jê re negotiye Rojen!
Bi qasî ku ev tişt dê mijara nivîseke din be, dixwazim vê bibêjim:
Dema ku min xwe radikişand rişmê hespê helbestê, ciwamêr xwedî xwe û dîwan bû, li hêlekê ‘Mindalekî çar salî bû li kolanên Mehabadê’, li hêla din ‘Navê xwe dikola li bircên Diyarbekirê’!
Kek Cîhan an hineke din dikarin rabin bibêjin, ‘lêv ji diranan pêştir e!!
Pêştir be jî, lêv heta heta nikarin diranên ‘kurmî’, yê ku ne mîna libên Birinca Qerejdaxê ne, wekî ku gotina pêşiyan ‘reş ke, dilê xwe yî xweş ke’ spî spî û birincî şanî hinekên din bidin.
Û edebiyat, ne meseleya ‘mastê min’ e:
Ji ber ku her wêjevan bênderekê bi ser hev de kom dike û pirêzeyekê li dû xwe dihêle û diçe!
Hawldanên nivîskarên navborî- ku kêm zêde her yek ji wan xwedî xwe û bênderekê ye-yên ku kek Cîhan wan bi ‘flortkariyê’ direcimîne, dikare xwe veguhere vê biwêjê: Dest dest dişo dest vedigere rû dişo!
Di dawiya nivîsa xwe de bixwaze mijarê hebekî bîne bi ser hev de jî, dixuye ku ‘ben’ ji destê wî filîtiye, ku bi vê hevokê dawî li nivîsê tîne:
‘Edebiyata bê şîrove û bê filort hinek dişibe siyaseta bê sosyolojî, berteng dimîne, di nav qaliban de dimîne, ji modernîzmê bêhtir xwî û xisletên kevnare yên teng bandor li dil û şêweyan dikin.’
Li benda jor, mebest ji’ xwî û xisletên kevnare yên teng’; çavnebarî, dilreşî, dexsokiya kes û kûsan be; yên berî me ev tişt nekirine; hebe nebe nexweşiyeke vî nifşê ‘xwedî kesayeta nû’ ye, ku îro em pê dihesin û kek Cihan radibe serê xwe li ser diêşîne!
Baş e…û pêşiyan gotine, ‘serê ku neêşe ne tu serî ye’!
Li vir, beyî ku serê we biêşînim, dixwazim bi bira bixim, ku pêşiyan gotine, ‘x… bi paçan mezin nabe’!
Elî Herîrî mezinê ewil e ku, mezine mezinan, maqûl û giregir, û ‘kalê’ mê helbestkaran yê 5’emîn Ehmedê Xanî radibe dibêje:
Ger dê hebûya me jî xwedanek
Alîkeremek, latîfedanek
İlm û huner û kemal û îzan
Şê’r û xezel û kîtab û dîwan
Ev cins biba li ba wî me’mûl
Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê alema kelamê mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn!
Bîna ve rûha Melê Cızîrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek wê bida Feqîyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran (1)
Heyran, Cîhan, ji ristên li jor yên Kalo jî dixuye ku, Kalo ji şa’irên berî xwe haydar e û bi vê yeke rûmetdar e.
Lê, li vir pirsek derdikeve holê: Pesn...ê kê, û çawa?
Herîrî berî Xanî bi çarsed salekê jiya be jî, berhema wî wê demê jî niha jî wekî neynikê li rastê ye; û dîwana Cizîrî jî û helbestên Feqiyê Teyran jî…
Ji vê, em ji ku serî dinyayê rexnegirekî bînin, li ber berhema Herîrî rûnînin, ew dê dîsa nikaribe ji bihayê berhama Herîrî misqalî-zere kem bike!
Niha, li gorî min flort tiştek e, hez tişteke din.
Edebî, ne edebî; peyva flortê di hundirê xwe de ‘xwe bi hevşîrînkirinê’, ‘xwe bi hev şahîkkkirinê’, ‘xwe bi hev ve sûtinê’ dihewîne.
Lê hez?
Hez ji dil e!
Bi qasî ku mîna kincên xilmet ên li Sûka Şewitî erzan bûbe jî li vî welatî, hez nehatiye/nayê bazarê!
Di vê navberê de îdîaya teqez û mutlaq, wekî ya H. Qadirê Koyî a ku tu rê jê neçe, tiştekî din e:
Le dewrî ême roman û cerîde
Eger çi meqsed e; zanînî baw e
Eman, qedrê bizane em kitêbe
Le dinya êstekî hemtay nemawe
Le eyamî heyatî şêxî Xanî
Le ser nisxey xet ew nûsirawe
Le layî erbabî xoy bo qedr û qiymet
Xezîney gewher e, û kîsey diraw e
Le mecmûhî diwel; Soran û Botan
Le sayey em kitêbe nasirawe
Le kurdan xeyrî Hacî û şêxî Xanî
Esasî nezmî kurdî danenawe(2)
Hecî’yê gorbihuşt- ew qas car e ez diçim û têm Stenbolê min cerekê fatiheyek li ser rihê wî nexwend- raste rast xwe û Xanî dike ‘danerê riknê nezma kurdî’!
Yanî…yanî wekî tinazpêkirinekê, ku peyv zêde dibe li peyvê, car carinan hinek dibêjin ya: Li gundê me du mêrxas hene, yek pisxaltiyê min e, yê din jî ma hewce ye navê wî bibêjim’?
Hecî ye, dibêje.
Cîhan e; wê bibêje...
Ez jî karim bibêjim…
Lê...ku min got û ne wisa be?!
1-Ehmedê Xanî,Hemû Berhem,Wş. Lîs
2-Li Mala Mîr C.A.Bedirxan,F.Cewerî,Wş.Nûdem
*Nîvîsa Cîhan Roj,Filortên edebî û şîrove,Malpera Diyarname
27/07/08/Amed