Şengal hate rizgarkirin. Çend rojek di ser rizgariya bajêr re derbas bûn. Ji bilî milmilaneya aliyên siyasî yên kurd derbarê dahatuya vî bajarî de hê jî tiştek zelal nebûye. Bi rizgariyê re tedawiya birîna vebûyî nû dest pê dike. Rizgarî bû pansûmana birîna Şengalê ya kûr a ku hê jî xwîn jê tê...
Bi deh hezaran êzdî ketin rêyan û xwe spartin çiyan.
Dê û bavan nekarîn li zarokên xwe xwedî derkevin. Mecbûr man hilbijartinê navbera zarokên xwe yên dikarin di çiyan re bê nan û xwarin bimeşin de bikin.
Ji neçarî gelek pîr û kalên bêtaqet li dû xwe hiştin
Bi sedan êzdî yên ku nebûn misilman hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin.
Cîranên êzdiyan ên di heman bajar, tax û gundan de dijiyan xiyanet li wan kirin. Ev cîran ne tenê ereb bûn. Kurdên ji nijada êzdiyan jî xiyanet li wan kirin.
Bi hezaran jinên êzdî kirin kole û hê jî li bazaran têne firotin.
Êzdiyên Şengalê bi dinyayê ketin. Yên derfet peyda kirin berê xwe dan Ewropayê û yên din jî hê jî li kampan di nava sefaletê de dijîn.
Baweriya êzdiyên Şengalê ji misilmanan şikest. Ji hevrejiyana aram û aştiyane ya li wê herêmê şikest. Cebirandina wê şikestinê dê ne hesanî be...
Niha birîna Şengalê bi rizgariyê re di nava ji aliyekî heve hevkarî û ji aliyê din ve milmilaneya siyasî ya PDK’ê, PKK’ê û serkêşên hewldana komîserhevkirina dînamîzma êzdîyan ên wekî Heyder Şeşo de pansûman bû.
Ji bo birîna Şengalê qemûşk bigire, divê berî her tiştî kurdên misilman baweriyê bidin êzdiyan. Ji nû ve avakirina bajêr dê têra cibirandina vê bêbaweriyê neke.
Sedemên ku pêşmergeyan Şengal terikandin û êzdî bi hêviya însafa hovan ve hiştin divê bi awayekî şefaf were lêkolînkirin. Eger ev yek rastî be, divê were îzahkirin. Eger îdîa be, divê ev îdîa were pûçkirin...
Eger ev yek îdîa ye, divê bûyer bi lêkolîn û lêpirsîna lijneyeke serbixwe were ronîkirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî de eger îdîa pûç bibe, barê PDK’ê û tohmeta li ser wê dê rabe. Reqîbên PDK’ê yên siyasî dê êdî nikaribin li her platformê vê yekê deynin ser maseyê û li rûyê wê bidin.
Eger di encamê de berevajî vê yekê derkeve holê ku êzdî bi hêviya însafa hovan ve bi zanebûn hatine hiştin, divê derbarê sedemên veşartî de raya giştî were agahdarkirin. Lêborîn ji êzdiyan were xwestin, kesên berpirsiyar werin cezakirin û mexdûr werin tazmînatkirin.
Ji bo mîsogeriya dahatuya êzdiyan li Şengalê, bi çi rêyê dibe bila bibe, divê bi awayekî fermî hem Şengal û hem jî ew cih û warên êzdiyan girêdayî Herêma Kurdistanê werin kirin.
Ji bo qemûşkgirtina birîna Şingalê û bawerîdayîna êzdiyan, divê derfeta xwerêvebirinê radestî êzdiyan were kirin. Mîsogeriya ewlekarî, aborî û jiyandina vê xwerêveberiyê pêwîst e li ser milê Herêma Kurdistanê be. Ev yek dê bi xwe re rêya ku êzdî xwe bavêjin bextê şiiyan jî bide girtin.
Êzdî êdî bi gotina “hûn kurdên resen in” têr nabin. Ew êdî ne bi gotina xweşik a resenbûnê lê encax bi mafê xwe yê kurdbûnê û êzdayetiyê baweriyê bi derdorê bînin.
Bi bicihanîna her du xalên li jor; bi avakirina lijneya lêkolînê û mîsogeriya xwerêveberiyê dê birîna vebûyî qemûşk bigire.
Lê şopa birînê dê ebedî bimîne. Cihê birînê dê herdem hem ji êzdiyan re û hem jî kurdên misilman ên desthilatdar re rênîşankera şaşiyên bûyîn û xweparastina ji dûbarekirina wan şaşiyan be.