A rast, dilê min ma û îşev tu tişt jê nayê! Tu tişt destê min ranake, dilê min lê venake... Ka ez ê çi darêjim li vî hewalî, çi binivîsim; bi vî devê germ, bi van destên sar, bi vî zimanê lal, bi hêvî û heyecana ku di dil de ma cîncoq!?.
Piştî varqilîna li bobelatekê, li dû mirineke ku vê nivîsê pêşbînî lê nedikir, lê piştî bi pênc salan ku ez (û ev nivîs) dîsa bi xwe hesandim, ka mirov dikare çi bibêje, çi binivîse?..
Lê divê ez binivîsim, belê ku ez dinivîsim jî adetî ye bi temamî ev nivîs!..
Hefteya borî bernameya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê diyar bû. Di bernamşê de cî dane me (MAHABAD, koma muzîkê) jî. Helbet xweşî û heyecaneke bêpayan li min aliya. Û ev serê çend rojan e ku min dil bû vê nivîsê li ser çûyîna Dêrsimê darêjim.
Çend roj in min her ji xwe re (ji dêleva dengbêj ve) digot: “Dêrsim e xweş Dêrsim e, avên çeman û kaniyan bi ser me de zarezar e gimegim e...” û dibiland, her wiha helbesta mamoste Arjen Arî “Berêm Ketiye Xozatê” hogirî li min dikir û dikir ku xweşiya min karîgertir li min bifesile.
Şeva şemiyê (18 07), min got ka ji nû ve Berêm Ketiye Xozatê bixwînim. Min ê nav li nivîsa xwe daniya: Berêm Ketiye Dêrsimê...
Min pirtûkên xwe tev dan, bihemd an bêhemd wekî ku hinek bi destê min ê rastê bigirin û deynin ser wê pirtûka ku nav lê QETRAN e û navê nivîskarê wê jî Dost Çiyayî ango Mahmut Çaça ye!.. Min hilda û berg, li dû jî du rûpel lê qulipand, jînenîgariya helbestkar Dost Çiyayî...
Min çendîn car bihîstiye ji Fata Hewê, gotiye; roj diçe qeza naçe... Sed heyf ku tam jî qezayeke wilo lê neçûye, ango mirin tê neboriye... û li çûyîna Mîhrîcanê, li ser riya Dêrsimê Dost Çiyayî jiyana xwe ji dest daye.
Divê ez li vir kevanekê vebirim; helbet min hay ji wê qezaya malikwêran çêbûbû wê wextê, lê min jî wan çaxan hê nû birayekî sî û yek salî ji dest dabû û êşa min li nav û hinavê bû!.. lew jî wê hingê êşa mirina bêwext a Dost bi dil ve bi têr negiha bû...
Dest li min sar bûn, dil li min hat guvaştin, “êşa gurçikê” li min hasilî, bi dû xwendina jînenîgariyê re; û ew tiştên ku çend roj in ku li ser çûyîna Mîhrîcanê min dida ser hev, tev man bêwate û bêekil... Ne ew heyecan û ne jî ew dil-xweşî ne ma li min... Min hew karî bêjim; “lê mirinê tu bimirî, kes tune be li te bigirî...”
“Her mirin hinekî zû ye” gotiye helbestkar. Janeke bêpayan e, ji nedî ve û bêwext dihasile li Can... eger ev “mirina zû” ya helbeskarekî be, serbare û sedbare wey gidî, wekî ku helbestkarekî dîtir gotiye, ev nayê “gotinê galegalê.”
Helbestkar çir zû dimirin? Çima wiha zû, çima û ji bo çi... ma gelo bersiveke kê heye ji vê pirsa bêeman re?
Ev mirina derîlêgeriyayî, çima wiha her tiştê dihêle piç û parî? Çima wiha bêwext e, wext çima wilo bêbext e?.. Li çi dilezîne, di ciwaniya emir de çima dixezibe li Can?...
Ev bez ji çi re bû, Bavekî çima “guh da nalîna dengekî hinavîn” û Bazek basko hêla?
...
“Çi bêjim nîvco, çi bikim kêm.” Dêrsim ma li hêlekê, mirin li hêlekê...
***
Kurtejiyana Dost Çiyayî:
Dost Çiyayî (Mahmut Çaça) di sala 1972'yan de li gundê Qelendera Mêrdînê hatiye dinê. Li gund, Mêrdîn û Qoserê xwendiye. Di sala 1991'ê de derbasî Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê dibe. Di sala 1992'yan de êşa gurçikan lê hasil dibe û du caran emeliyet dibe. Bi enfeksiyona jehrpêketina xwînê dikeve komayê, di dema ku her kes jê bêhêvî dibe de li jiyanê vedigere.
Çiyayî di sala 1995'an de ji beşa Mamostetiya Seretayî mezûn dibe û dest bi karê mamostetiyê dike. Di heman salê de dizewice. Bi lawek jêre çêdibe û navê Baz li kurê xwe dike. Di vê navberê de helbest û çîrokên wî di kovarên wekî Jiyana Reşen, Pelîn, Nûdem û Nûbiharê de diweşin. Ji berhemên Metîn Kaygalak, Muzaffed Îzgu û Murathan Mungan wergeran dike.
Helbestvan Dost Çiyayî di havîna 2003'yan de ji bo beşdariya Festîvala Çand û Xwezayê ya Dêrsimê tê vexwendin. Di dema ku diçû festîvalê li ser rê qezayeke trafîkê derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. Qetran kitêba wî ya yekem e. (Agahiyên li ser jiyana Çiyayî ji pirtûka wî "Qetran" ku ji Weşanên Avestayê derket hatin girtin)