Di 01.03.2015’yan de, hêjayek bi navê Îmad Bernas, di qada facebookê de, ev agahî û rexne par ve kirin:
“İmad Bernas
58 dk. • Peyas • Düzenlendi •
Li vî bajarî, li Ameda paytext, li ser navê gorbihuşt Mehmet Uzun; "Mehmet Uzun Kent Kütüphanesi" û "Parqa Mehmed Ûzûn" hene bes li ser navê qedirbilind Celadet Elî Bedirxan, herwiha gelek kesên kedkar yên beriya Mehmed Uzun hebûn, kevirek jî tune ye. Niha jî amadekariya muzeya Mehmed Uzun tê kirin, bi min beriya muzeya Mehmet Uzun divê muzeya zimanzan û xebatkarê kurdî Celadet Elî Bedirxan hebûya... mixabin ev kêmasîyeke mezin e ku heta vêga li paytextê Kurdistanê li ser navê M. Celadet Elî Bedirxan kevirek jî nîne!”
Ez jî dixwazim fikrên xwe yên derbarê vê babetê de par ve bikim.
Helbet Mehmed Uzun jî yek ji nirxên edebîyata me ye. Bi bawer im wê Mehmed Uzun beriya navê xwe navê Celadet Alî Bedirxan an jî Osman Sebrî, Evdalê Zeynikê minasîbtir bidîta. Baş e, ku bi navê Mehmed Uzun muze tê vekirin bila were vekirin lê ku li Amedê muzeya Celadet Alî Bedirxan, muzeya vî zimanî tunebe problem heye; bi mîlyonan çîrokên vî zimanî yên trajîk hene.
Difkirim ku di mesela navdayînê de, vehesînên heyî bi bandor in, heta em dikarin behsa kompleksên çandî, edebî bikin. Bi wî awayî tê xwestin ku sîmbol bêne afirandin. Heke em jî bi dû kevin bi sembol û peykeran “neteweyekê” ava bikin ev wê bibe xeletî. Pêvajo û rastiyên gelan naşibin hev. Bi tenê çanda sîmbolan were avakirin afirînerî tê kuştin, pêşî lê tê girtin. Bi metirsî me ku bi awayek hewl tê dayîn da were zanîn ku “Mehmed Uzun” ek me heye, modernîzma me temam e! Bi min ev hinekî kompleksa siyasî, wêjeyî û kulturî jî dide der.
Yaşar Kemal, ji bo Evdalê Zeynikê digot, Homerosê Kurd. Mehmed Uzun digot em ji sakoyê Yaşar Kemal derketin. Herwiha Mehmed Uzun jî heman qedrê li Evdalê Zeynikê digirt. Baş e, çima li ser navê Evdalê zeynikê projeyek mezin tune li Amedê. Heke Muzeyek Evdalê Zeynikê hebe bi hezaran berên folklorîk hene. Destanên kurdî besî muzeyê ne. Îro ro bi qasî çand û edebîyata Tirkî bi Şahmaran re eleqedar e em pê re ne eleqedar in.
Bandora vehesînan, vehesînên derûnî mijara gotinê ne. Mîsal, beriya çendekê Siraç Bîlgîn jî çû ser dilovaniya xwe. Em aliyê siyasî bihêlin li dera ha. Gelo aliyê wî yê lêkolînî û keda wî ji alî siyasetmedarên me û saziyên me ve hate dîtin? Di qada sanal de jî çend kesan behsa wî kir? Bi kurtî dixwazim bêjim di serê me de resim û fotograf hene, em li gorî dersên jiberkirî tevdigerin, qeraran digirin. Aliyek din jî, gelek avadaniyên îdeolojîk yan jî jakoben îhtimal e ku tewrên wisa rê bidin; hewl tê dayîn da xwe îspat bikin!
Ne li Bakur bi tenê li her hêlên Kurdistanê di mesela avakirina nirxên hunerî, çandî-edebî de arîşe hene. Ger li Evdal xwedî were derketin wê edebiyata me bibe edebiyateke dinyayî. Ma ne Mehmed Uzun her behsa edebiyata dunyayê dikir? Gelo, hikumeta me ya Başûr salê çiqas pere terxan dike yan jî di qada navneteweyî de çi hewlên wan hene ji bo Evdalê Zeynikê? Evdal yek ji bingeh û sîmbolê humanîzmayê ye jî. Deng e Evdal, sewt e… Bo hezkirin û eşqê tu sînor nenasî ne.
Heke ji bo çand, huner û edebiyatê gav werin avêtin çi gav bin jî bi qedir in, bajarên Kurdistanê jî bes in lê heke ji bo em xwe bidin begemkirinê, yan jî em xwe bidin qebûlkirinê, an jî ji vehesînan gav rû bidin, wî wextî em ê xem bxwin ku derd mezin e.