Ev şapateke, piştî navbereke 2 salan min kum û koloz li ber xwe daniye; xwe bi xwe, hema bêjin ji bilî hin refleksên manewî/elzem û hin tiştên rojane/debarî, min dest û dev ji sercem tişt û tevger û guftugo û heft û heştên vê dinyalika gewrik kişandiye. Xêr e yan guneh e niza’m.
Her çend min negotibe “bi nêt im, berî li hêt im” jî, pêşbîniya min ew e ku wê kaba min fer neyê..helbet dîsa jî tewkel li ‘emel!.
Vî çendî ji her wextê nişmîtir û bi hûrbijêrî dixwînim; wiha bi beşereke ku peng û hêdî avekê çendkelî dike, bi bêhneke fireh û sebr û awat.
Ez ê helbet nebêjim vê û vê pirtûkê, filan qerrase-nivîskarî û bêvan helbestkarê dixwînim, lêêê.. bes û’b tenê ji milkê edebiyatê û ji kîsê vegotina kurt lê kurmancî qûtê xwe werdigirim; bi pirranî ji edebiyata welatên dereke lê bi tirkî 13-14 heb, ji edebiyata tirk 5-6’ek û ji kurdî/kurmanciya ku herkesek teng-fireh kirasekî li bejnê dibirre jî 1 pirtûkek min xwendiye ta vêga..
Hasil î kelam, lîsteya min a xwendinê dûdirêj e hê û wê biajo; nemaze jî fînala min a îsal, bi hin pirtûkên ji edebiyata dinyayê yên ku buxçika hiş in û bi çendên kurmancî ye, ku ji niha ve ji bo min û edebiyata me malxwê ne.. û hem palpişt in!.
Îcar ez bêm ser qesta ku dest ji bo vê nivîsê li min livand;
Amin Maalouf nivîskarekî biesil Lubnanî ye, lê hema bêjin ‘emrekî sax daye edebiyata Fransewiyan. Gelek ber û berhemên xweşik li gorrepana edebiyatê daniye..û dinya ji berê xweşiktir kiriye, bi min!
Camêr di salên du hezarî de ji niha gelekî populertir bû û tibabekî dihate xwendin.. Ez jî, eger ne şaş bim cara ‘ewil min di du hezar û yekê de dest bi xwendina pirtûkên wî kir. Li dû hev; “Leo”, “Semerkant”, “Tanios Kayasi”..û “Dogu’nun Limanlari”; çap: 18! sala çapê: 2001!
Û axir pişt re jî navbereke dipdirêj, li wexteke ku têra xwe tişt jê bir û da vî ‘emrî, dîsa Amin Maalouf..
Ango; piştî tibabek serêş, xirrecir û şikestin.. piştî zewaceke ku xelekên wê (virde yan wêde!) qurifîn.. piştî givirîn û ketina yanzdesaliya xwe ya Biyan Êvar ê nîvê ‘emrê yeqîn, dîsa Amin Maalouf..û Dogu’nun Limanlari; çap: 52! sala çapê: 2014!
Û dil jî.. wekî xwîna di damarê de vir de wê de bike geryan, ji meriv bihay an bêhay li fera xwe digere.. Ew Fera Dil..ê yeqîn!, îro li Bûrsayê pirtûka Amin Maalouf Dogu’nun Limanlari; çap: 18! sala çapê: 2001! xwend û qedand.. û min jî li Mêrsînê Amin Maalouf Dogu’nun Limanlari; çap: 52! sala çapê: 2014! xwend û qedand..
Mirov xaçepirs e..û dinya cîwarekî xerîb e.. lê geşta bi edebiyatê bi sercem awayan sêr û xerîbtir e; niza’m we go erê!?
...
qulzema dil eşq e*
çi xwedayî, çi beşerî
her evîn ala ye Mela
dil li me bela ye Mela
Arjen Arî
*: Melayê Cizîrî