du roj berê, albumeke bi navê "...bir eksigiz/...em yek kêm in" ku ji 23 beste-stranên Ahmet Kaya pêk tê, derçû..
album li 23 studyoyan hatiye tomarkirin û 27 muzîkjen û şa'îran ev stran strane/xwendine..produktor/çêkerên albumê Gulten Kaya û Yavuz Bingol e..
muzîkjenên wekî Yaşar Kurt, Zuhal Olcay, Bulent Ortaçgil, Sezen Aksu, Leman Sam, Cahit Berkay, Yavuz Bingol..û her wiha ji nifşê nû yê rocka tirk Teoman, Mehmet Erdem, Hayko Çepkin, Cem Adrian û hwd. beşdarî lê vê projeyê kirine..
min îşev bi heyecan, nişmîtî û baldariyeke bikitekit lê guhdarî kir; hem ji hêla teknîkî-muzîkalî ve, hem ji hêla edebî-estetîkî ve, hem şîrove û hest û nestkirina stranan ve..
ji hêla teknîkî ve, erê teknîk û enstrument di hin stranan de balkêş hatine bikar anîn û serketî ne..lê bi giştî bêguman ku dilê min lê rûnenişt; ew derfet, ew aborî û ev encam..lê helbet kedeke mezin heye tê de..
gotina min ji jidiliya wan re tune, lêê.. şîrove û strîn jî bi pirranî naa, hest nekirine..bi min, gelek muzîkjenan pişta xwe dane nav û populerîteya xwe..û (dîsa bi min!) ji Ahmet Kaya xwarine û berxwarine..
ji hêla edebî ve jixwe gotin jê re tune..axir yek ji taybetiyên sereke yên Ahmet Kaya bestekariya wî ye ziravbihîstyar e; ciwanmêr her û her 'ewil guh daye "rihê helbestê, gufteyê, gotinê" û wiha kiras/newa li bejna wan birriye..heft helal be jê re û hew..
di albumê de, muzûkjenê ku herî xweş û jidil stran hest kiriye û can û ruhê xwe tevlî stranê kiriye, jiyaye bêvirde-wêde Yaşar Kurt e..pê re jî Teoman û Zuhal Olcay..
her wiha kolaja ku Ceza ji sernavên stranên Ahmet Kaya li hev aniye û xwendina jî xweş e..
3 muzîkjenên kurd (ma ku ez bêjim nîvkurd, wê neheqî be gelo?) jî beşdarî li vê projeyê kirine; Bajar, Aynur û Hakan Vreskala..Hakan Vreskala, wekî xwe di bin heyecana tevlêbûna vê projeyê de jibîr kiriye, lêê.. Aynur û Bajar, heft xwezî ku nestrana..lew ku mirov li tabloya giştî dinêre û guh li albumê didêre, ewqas faûl in ku; hele jî Aynur û hinekî jî Bajar.. tê bêjî di neqebê de hatine zevtkirin û ziman û dev û devoka li hev geriyane!
û pêşniyarek, bo van herdu ciwanik û ciwanmêran; bila dev û destên xwe ji muzîka tirkî bikşînin -eger ku dixwazin “stran”ê baştir û jidiltir bistrên û hest bikin!..
lêê..helbet ku ew ê di "muzik evrenseldir"a xwe de rik bikin, gotina min ji wan re tune, nabe jî.. maf e helbet..û bi ser de jî tercîh e..û jixwe tirkmanc û kurdên siyaset û zerî'etê jî ji wan tibabekî hez dikin..