Ev "nivîs", seba xatirê Arthur Cravan e
-helbet ku wateyeke wê hebe e!
Çend wateyên peyva Arthur:
1, Cisnê ku mirov, sewal û nebatên mêza jê dolê digirin;
2, Organîzmaya ku avik/sperm jê çêdibe;
3, Mirov, mêr;
4, Dijberê jinê...
Û çend wateyên têvel û nuansîftir...
Peyva Arthur, yekem car di sedsala 6'em de, bi helbestên gelî yên Keltan re ketiye rewac û bazarê.
Derbarê wateya etîmolojîk a Arthur de, çend îdîa û bîr û boçûn hene;
Yek jê (ligel ku ne teqez e jî!), li gorî bîr û boçûnekê di zimanê Gallerê de "arth/hirç" û "ur/mêr" (bnr. wikipedî) e.
Ango wateya Arthur/Hirçemêr e! Lêêê.. helbet ev tenê îdîayek e ku pêdivî bi piştrastiyê heye!
Arthurê Şahînşah, Arthur Cravan, Arthur Rimbaud, Arthur Miller, Arthur Schoperhauer, Arthur Koestler û...û gelek Arthur -ên dîtir...
Taybetmendiyên wateya peyva "Arthur" bi tevan re heye.
Her yek cihê cihê û wekî karakter hinekî zirz û major in, lê yekî jî ji wan xwe li "mêr"aniyê ranekişandiye!..
Yek jî ji wan nehatiye "zevt û ra"yê; tev jî bohem..û dijraber..û jirêderketî!
Her û her di neqeba statîzmê û hiyerarşiyê de bûne û di gorr û qaliban de hilnehatine.
Yek jî ne "li ser destan!" bûye.
Û her wiha tevan jî, wekî puxt serdestî û bindestî red kirine!
Ne tenê tiştek, lêê heyat ji "xwe" re kirine derd..
Bîra mirinê birine, "xwe" hîç jibîr nekirine.. û hey lebikîne!..
Bi rihekî girîft û derasa "xwe", û peyv, û tengavî, û êş, û şikestin, û tunebûn, û "tiştên nelirê" jiyane...
Her bi tatêla "lêgerîn"ê rabûne, û ji ceng û serêşa wê nereviyane.
Kurt û bi kurmancî; van lawên bavan, qelb li “xwe” û “hebûn”ê leqandine!
Lew jî, çîroka wan ne ya "hebû tunebû", lê ya xwendinê ye!..