Min tu car pitûkek di dema hat weşandin de nexwendiye, ev li min bûye xuyek. Pirtûka Helîm Yûsiv a bi navê “Ausländer Beg” jî wiha bû, min nû xwend û qedand. Helîm Yûsiv wekî herdemê bi kurdiyeke pak, zelal, herikbar û bi hêz vegotiye.
Ez her dem ji şaş bikaranina peyvan tirsiyam û hê jî ditirsim. Ji vê yekê ye ku dema min pirtûka Helîm Yûsiv a bi navî Ausländer Beg xwend û qedand, her çiqes ku nivîsarên di pirtûkê de wekî çîrok hatine bi nav kirin jî, ez di navbera bîranîn û çîrokê de birim-anîm. Ev nivîsar bîranîn an jî çîrok in? Min nikaribû van nivîsaran bi tene bîranîn an jî çîrok bi nav bikim. Ji bo bûyerên ku di Ausländer Beg de tên vegotin hemû ne ji hêla nivîskar ve hatina (afirandin) çêkirin, piraniya wan min jê seh kir ku rasterast ji jiyana nivîskar a ji “Ausländer”iye xwe de berhev kiriye. Ji van bûyarên ku hatin vebêjîn hin min bi xwe jî di “ausländer”iya xwe de dît an jî bihîst.
Ez bi pêsîn bêjim, pirsgireka min a ku ez li ser bisekinim rexnê, sîrovê û lêkolîna Ausländer Beg ê Helîm Yûsiv nîn e, pirsgirêka min, mijara min, ger ez nivîsarên di vê berhem û berhemê wiha de bi tevahî bi çîrok nav nekim, ez ê ji wan re çi bibêjim? “Mesel”, erê ev behrem a Helîm Yûsiv tehma “mesel”an da min û min xwest li ser vê mijarê hinek bisekinim.
Erê ne divê ye em her tistî katagorîze bikin, lê bêyî katagorî jî tevliheviyek pêk tê û bêyî katagoriyan em tistên heyî û diqewime yani jiyanê û gerdûnê nikarin fêm bikin û bigihin.
Birêz çîroknûsê hêja Çiya Mazî di axafitineke xwe de di nav gel de tevliheviya çîrok û mesele dest nîsan dike û dibêje: “Çîrçîrok an mesele; ev cûre çîrok folklorîk in û nivîskarên wan ne diyar in. Her wiha di nava gel de tê zanîn û tabek mezin ji wan re navê. Lê çîrok an kurteçîrok; nivîskarê wan diyar in û tabê pê re dibîne û ew bi xwe diafirîne...”
Hema bêjim “çîrçîrok” mijara min nîn e, ku ew bi xwe bi dîtina min nêz mesel û çîrokê nîn e. “Çîrçîrok” bi dîtina min “märchen” a almanî “fairy tale”ya îngilîzî û “masal”a tirkî ye.
Niha ez jixwe dipirsim, çîrok çi ye? Cîrok bûyareka bi çî û demê ve karakterizê bûyî ya bu kurtî vêjayî vebêjîne. Min bi xwe her dem vebêja çîrokê di navbera vebêja helbest û romanê de, jiyana ku ji hêla nivîskar bi nivîskî hatiye afirandin, dît. Helbest vegotina wêjeyê ya herî tîr, lêhûrbûyîn, û roman jî ya herî berfireh e.
Ez mesel û çîrokê nêz hev dibînim, ji bo ku her du rast bi rast jiyana tê jiyîn nîsan didin.
Mesel çi ye? Birêz Çiya Mazî mesele bi çîrçîrokan ve yek dibîne û wan wekî çîrokên folklorîk bi nav dike. Rast e her du, çîrçîrok û mesel folklorîk in lê mesel gorî çîrçîrokê nêzî jiyanê, bûyerên hatine jiyîn bi xwe ne.
Ji zarokiya min, dema cimatek diciviya hev, hin kêsan mesele vedigotin û ew kesên ku meselbêj mesele ew qas xwesik digot ku guhdar, carinan bi kên diketin, carinina bi hêstir û carinan jî bi guman...
Ew mesele ku di bîra min de maye hemû yan serboriya meselbêj an jî serboriya kesek din yekî nas an ne nas bû. Vebêjiya wan meseleyan ne tîr û kûr bûn; bûyareke ji serî yekî derbazbûyî bi vebêjiyeke herikbar pêşkêş dikirin. Mesel di bîra min de wiha maye. Di van meselan de ya ku di bîra min de maye dema dîrokî û civakî ne xuya bû, psîkolojiya kes an kesan ne girîng bû; tistên herî girîng bûyer bi xwe bû.
Dema em rastî bûyerek tên, ê ku em dibînin, tene bûyerek xweza û jiyanê bi xwe ye; dema em vê bûyara ku me dît û jiyî vebêjin bi gistî bi sê şêweyî em dikarin vebêjin:
Yekem, bi awayek nûçe ku ne kêm ne zêde agahî dayînê, tistek teknîkî ye, pîşe ye; wekî rojnamegerî.
Şêweya vebêjinê ya duyem, bîranîn e, an meseleya ku ev şêwe vebêjin agahiyê bi çavên x
we di parzûna jiyana xwe re derbaz kirin û vebêjin e, hunera vebêjinê têde heye lê bi xwe huner nîn e.
Şêweya vebêjinê ya sêyem huner e; huner vebêjina bûyara pêkhatî nîn e, ji wê bûyarê rêketin bûyarek din, li gorî armancek afirandin e.
Yanî vebêjin xweşvebêjin bi serê xwe wêje nîn e. Wêje dibê ku vebêjîna çêkirî bibe.
Huner bi vegotinek giştiyane hêza xeyal û afirandinê ye; cavkaniya hunerê tistên ku li jiyanê pêktên û xweza bi xwe ye, lê ew bi xwe huner nîn in. Huner ser xweza an jî ser jiyana ku ji alî mirov hat çêkirî ye, yanê xweza û jiyana ku mirov ji xweza û jiyanê çêkiriye. Huner bi awayekî din derewa herî rasteqîn e.
Ez xwe bidim zorê, çi teybetiyên çîrok û mesel hene, bi rêz bikim.
Çîrok ji hêla kesek (nivîskar) tê afirandin; yan tê vebêjîn jiyaneke çêkirî ye . Mesel bûyerek ji hêla kesan ve tê gotin, piranî bûyerên hatine jiyîn e, vegotina devkî an nivîskî ferq neke.
Di çîrokê de dema dîrokî, civakî û kes bi qasî bûyerê belkî ji bûyerê girîngtir e. Di mesel de dema dîrokî, civakî û kes ne diyar an jî ne girîng e, ya girîng bûyer bixwe ye.
Di çîrokê de kêm caran nivîskar tevli çîrokê dibe. Di mesel de meselbêj hema hema her car tev li meselê dibe.
Belkî em dikarin bêjin çîrok mesela ji nû ve çêkiriye, mesel jî çîrokên ne çêkiriye. Belkî mesel çîrokên kurdan a dema bê nivîs in. Min li jor jî got “Ez her dem ji şaş bikaranina peyvan tisiyam û hê jî ditirsim.”
Di nav me kurdan de mesel vebêjîn hunerek e wekî dengbêjan e. Belkî em dikarin dengbêjan jî meselbêj bi nav bikin.
Xwendina pirtûka birêz Helîm Yûsiv ev tiştina bi min dan fikirandin û min xwe bi xwe got Helîm Yûsiv ji me re meselên penaberên Almanyayê vegotine.